16 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
BEXDA
Hikûmeta Iraqê daxuyand ku ewê destûrê nedin çalakiya bêîteatiya sivîl a ku li ser banga lîderê Şîe Muqteda es-Sadr dê li Herêma Kesk a ku avahiyên hikûmetê lê ne were lidarxistin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokwezîriyê da hat destnîşankirin ku bi armanca parastina emniyeta canê xwepêşandêran, ewê destûrê nedin çalakiya ku tê plankirin roja înê were lidarxistin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Ji aliyekî îhtimal heye ku xwepêşandêr bibin hedef, ji aliyekî jî ji ber ku hêzên ewlekariyê bi DAEŞê ra têdikoşe, mimkûn e ku ewlekariya xwepêşandêran neyê cîbicîkirin."