Tirkiye

Heyva Sor a Tirk li Hekariyê her roj ji bo 500 kesî xwarina fitarê derdixe

Hikmet Temeş   | 09.05.2021
Heyva Sor a Tirk li Hekariyê her roj ji bo 500 kesî xwarina fitarê derdixe

Hakkari

 Şaxa Heyva Sor a Tirk a Hekariyê meha remezanê her roj xwarina fitarê dide 500 kesî.

Îsal ji ber ku di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da konên fitarê nehatin vegirtin, ekîbên xwebexş ên Heyva Sor a Tirk xwarinên ku di metbexa Heyva Sor da tên pehtin li taxên cuda li malbatên ku pêş da hatine diyarkirin, belav dikin.

Serokê Şaxa Heyva Sor a Tirk a Hekariyê Recep Bozkurt di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir, wekî şax ew her sal di meha remezanê da alîkariya malbatên hewcedar dikin.

Bozkurt bal kişand, ji bo ku dilê malbatan xweş bibe, ew xebatan dimeşînin û wiha got, "Em xwarinên pakêtkirî li hewcedaran belav dikin. Çi çêkirin çi belavkirin, di hemû qonaxan da ekîbên me yên xwebexş dixebitin. Em wesayîta îkramê ya ku navenda me ya giştî ji parêzgeha me ra şand bi wesîleya meha remezanê bi kar tînin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın