Tirkiye, ji saziyê

Heyeta medyayê ya Tûnisê serdana AAyê kir

Heyeta medyayê ya ku bi mebesta sitendina perwerdeyê ji Tûnisê hat Tirkiyeyê serdana Ajansa Anadoluyê (AA) kir.

Ahmet Aydın  | 20.09.2018 - Rojanekırın : 21.09.2018
Heyeta medyayê ya Tûnisê serdana AAyê kir

Ankara

ANKARA

Heyeta medyayê ya ku bi mebesta sitendina perwerdeyê ji Tûnisê hat Tirkiyeyê serdana Ajansa Anadoluyê (AA) kir.


Heyeta ku ji 11 kesan pêk tê di çarçoveya bernameya ku Seroktiya Ajansa Kordînasyonê û Hevkariyê ya Tirkî (TÎKA) amade kiribû de bi mebesta geşepêdana hevkariya di navbera organên medyayê de û danûstana bîrûrayê derbarê polîtîkaya derveyî ya Tirkî de digel rayedarên sazî û dezgehên cûrbicûr, hatiye Tirkiyeyê.

Gerînendeyê Weşana Giştî yê Nûçeyên Nêvneteweyî ya AAyê Farûk Tokat heyet dawetî Masaya Edîtoran ya AAyê kir û derbarê çalakiyên AAyê de zanyarî bi heyetê re parve kirin.

Tokat destnîşan kir ku AA bi 13 zimanan weşanê dike û herwiha anî ziman ku ew nûçe, fotograf û vîdeoyên ku ajans servîs dike ne tenê li Tirkiyeyê li seranserê cîhanê çavkaniya pêbawer a nûçeyan e.

Tokat bibîr xist ku li 41 navendan ofîs, li 100 welatî nûnertî û ji 76 welatan jî abonetiya AAyê heye û di bin banê ajansê de ji 124 regezan xebatkar hene.

Piştî parvekirina zanyariyan Tokat heyeta mêvan li yekeyên AAyê gerand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın