Tirkiye

Heskîfa Nû deriyê xwe ji bo şêniyan vedike

Ji ber ku Bendava Ilisu dê bi avê tijî be û Heskîfa dîrokî dê di binê gola bendavê da bimîne, plana wê yekê tê kirin ku di nava 3 mehan da şêniyên ku li vê derê dijîn bo ciyê nû werin veguhestin

Önder Beyter   | 15.05.2019
Heskîfa Nû deriyê xwe ji bo şêniyan vedike

Batman

3 hezar û 980 welatî dê bar bikin û li Heskîfa Nû ku li pêşa Çiyayê Ramanê hatiye avakirin, bi cih bibin.

Ji ber ku meha pêşiya me dê pêşiya Bendava Ilisu were girtin û bendav dê berê berê tijî av bibe, Heskîfa dîrokî dê di binê gola bendavê da bimîne. Lewma jî ji bo gelê Heskîfê li ciyekî nû xanî hatin çêkirin û ji 800 xaniyan çêkirina 698 xaniyan temam bû û ev xanî radestî xwediyên wan kirin. Niha jî plan ew e ku şênî di nava 3 mehan da li xaniyên xwe yên nû bi cih bibin.

Waliyê Batmanê Hulusi Şahin ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li Heskîfê veguherîneke pir mezin çêbû.

Şahin diyar kir ku navçe dê di binê avê da bimîne û lewma jî ew ê di demeke nêzîk da navçeyê bo ciyê nû veguhezînin û wiha dewam kir, "3 hezar û 980 welatiyên me yên ku di 800 malên li Heskîfa Kevn da rûdinên dê bên veguhestin. Avakirina bajarekî nû ne hêsan e. Çêkirina avahiyên nû têrê nake. Çêkirina avahiyan, belkî jî di vî karî da tiştî herî hêsan e."

Şahin bal kişand ku bi qasî Tirkiyeyê, Heskîf ji bo dîroka dinyayê jî pir girîng e.

- Navçeya berê dê 5 meh şûnda di binê avê da bimîne

Şaredarê Heskîfê Abdulvahap Kusen jî diyar kir ku ji 10ê hezîranê şûnda dê pêşiya Bendava Ilisu were girtin û qedera 4-5 meh şûnda jî Heskîfa berê dê di binê avê da bimîne.

Kusen diyar kir ku li ciyê nû çêkirina malan ji sedî 95 temam bûye û wiha got, "Belê hin kêmasî hene. Lê ji bo temamkirina van kêmasiyan xebat berdewam in."

Kusen bal kişand ku ciyê nû dê ji 4 taxên bi navê Kultur, Dîcle, Raman û Eyûbî pêk were û li navçeyê avahiyên pirqatî nehatine çêkirin.

Kusen got ku Heskîfa Nû bi mîmariya berwarî hatiye avakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.