Tirkiye

Hesareka navenda turîzma zivistanê di 15 rojan da mazûvaniya 20 hezar kesî kir

Rıdvan Korkulutaş, Aydın Arık   | 15.01.2022
Hesareka navenda turîzma zivistanê di 15 rojan da mazûvaniya 20 hezar kesî kir

Bingöl

 Hesareka Navenda Xweşiqitandinê ya li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi destpêkirina sezonê di nav 15 rojan da ji 20 hezar kesî ra mazûvanî kir.

Navenda xweşiqitandinê ya 7 sal berê li quntara Çiyayê Hesarekê bi piştgiriya dewletê hat avakirin û bû navenda turîzma zivistanê ya girîng.

Li navenda 37 kîlomêtro dûrî navçeyê û 45 kîlomêtro dûrî Balafirgeha Bîngolê qalindahiya berfê zêde bû û sezona dest pê kir.


Van rojan welatî eleqeyeke mezin nîşanî navendê didin.

Sala par ligel nexweşiyê 70 hezar kesî navend ziyaret kir, îsal jî bi destpêkirina sezonê pê va di nav 15 rojan da 20 hezar ziyaretvan hatin navendê.

Li navendê 3 pîstên cuda hene û hezkiriyên xweşiqitandinê yên profesyonel û amator li van pîstan xwe dişiqitînin.

Tîmên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Cendirme jî li navendê wezîfeyê dikin û ziyaretvan di nav ewlehiyê da roja xwe derbas dikin.

Veysî Çaglayanê ziyaretvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo tetîla xwe derbas bikin bi destgirtiya xwe ra ji Diyarbekirê hat vê derê.

Çaglayan got Hesareka Navenda Xweşiqitandinê ji bo wan taybet e û wiha axivî: "Min li vê derê zewac teklîfî destgirtiya xwe kiribû. Ji bo vê em her sal tên vê derê. Îsal gelekî qerebalixî heye. Ji ber ku ev pîsta çêkirin ji rayedaran ra sipas dikim."

Çaglayan got ji bo xweşiqitandinê çû gelek navendên li Tirkiyeyê lêbelê herî zêde ji ya Hesarekê hez kir.

Zehra Saykana destgirtiya Çaglayan jî got ji ber ku teklîfa zewacê li vê derê hilda dema tê vê derê kelecanî dibe.Rabîa Ozdogana ji Diyarbekirê hat vê derê jî got bi saziyeke gerê ra hat vê derê û wiha pê da çû: "Ez ji bo KPSSyê dixebitim. Min hinekî bêhna xwe da. Meriv li erdê dikeve jî kêfxweş dibe."

Zehra Cîngorena 9 salî ya bi malbata xwe ra ji Meletiyê hat navendê jî got navend gelekî eciband.

CÎngorenê wiha got: "Piyên me cemidîn lêbelê em dîsa jî dema xwe bi kêfxweşî derbas dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın