Tirkiye

Herî pir li Sêrt, Diyarbekir, Bitlîs, Giresun û Îdirê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê zêde bûn

Aylin Dal   | 28.07.2021
Herî pir li Sêrt, Diyarbekir, Bitlîs, Giresun û Îdirê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê zêde bûn

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li gor bajaran di navbera 17-23ê Tîrmehê da hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên bi her 100 hezar kesî ra tê dîtin, parve kir.

Wezîr Koca ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam weşand û got: "Em hêza xwe ya ku şewbê dikarin di bin kontrolê da bigirin nexin zorê. Em mecbur in aşî bibin û li gor tevdîran tevbigerin."

Wezîr Koca destnîşan kir ku di hefteya dawîn da herî pir li Sêrt, Diyarbekir, Bitlîs, Giresun û Îdirê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê zêde bûn û wiha domand: "Di navbera rêjeya pêketiyan û aşîbûnê da têkilî heye. Aşî bibin û li gor tevdîran tevbigerin."

- Sêrt, Diyarbekir, Bitlîs, Giresun û Îdirê di nav wan bajaran da ne herî zêde pêketî lê pir bûne

Li gor daneyên ji ser nexşeya Tirkiyeyê ku Wezîr Koca parve kir hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên heftane yên di navbera 17-23ê Tîrmehê da ji her 100 hezar kesî li Stenbolê 88,19, li Enqereyê 69,13 û li Îzmirê jî 33,43 bû.

Sêrt vê hefteyê ji 100 hezar kesî bi 748,39 pêketiyan va di rêza ewil da cî girt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın