Tirkiye

Helîkoptêra eskerî ya ji Bîngolê rabû ket: 11 şehîd

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku eskerekî di qezaya firokeyê ya li Tetwanê da birîndar bûbû jî şehîd ket û hejmara eskerên di qezayê da şehîd ketin derket 11an

05.03.2021
Helîkoptêra eskerî ya ji Bîngolê rabû ket: 11 şehîd

 Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku firokeya bi tîpa Cougarê ya girêdayî Fermandariya Hêzên Bejayî ya ji Bîngolê duh ji bo ku biçe Tetwanê di saet 13.55an da rabûbû û ji saet 14.25an pê va têkîldariya pê ra qut bûbû û firoke ketibû.

Wezaretê destnîşan kir ku di qezaya helîkoptêrê ya li Tetwanê da bi wefata eskerekî birîndar va hejmara şehîdan derket 11an.

Helîkoptêra eskerî ya ji Bîngolê rabû ket: 11 şehîd

- Qeza

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku duh firokeya ji Bîngolê ji bo ku biçe Tetwanê di saet 13.55an da rabûbû û ji saet 14.25an pê va têkîldariya pê ra qût bû. Hat gotin ku li herêmê xebatên lêgerînê dest pê kir û hat tesbîtkirin ku firoke ketiye.

Helîkoptêra eskerî ya ji Bîngolê rabû ket: 11 şehîd

Di daxuyaniya ewil a hat dayîn da hat gotin ku 9 personel şehîd ketine û 4 personel jî birîndar bûn lê digel hemû midaxaleyan 2 eskerên birîndar bi ser xwe va nehatin û bi wefata wan va hejmara şehîdan derket 11an.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın