Tirkiye

Hejmara terorîstên di Operasyona Eren-10ê da hatin berterefkirin derket 10î

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî diyar kir ku hejmara terorîstên li herêma Best û Newalan a Şirnexê li Çiyayê Beraz hatin berterefkirin derkete 10 kesî.

Sertaç Bulur   | 08.04.2021
Hejmara terorîstên di Operasyona Eren-10ê da hatin berterefkirin derket 10î

Ankara

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî diyar kir ku hejmara terorîstên li herêma Best û Newalan a Şirnexê li Çiyayê Beraz hatin berterefkirin derkete 10 kesî.

Di çarçoveya Operasyona Eren-10ê da li herêma Best û Newalan a Şirnexê li Çiyayê Beraz xebatên Fermandariya Tûxaya Komandoyên Cendirme ya Çakirsoxutê dewam dikin.

Di operasyonan da hejmara terorîstên hatin berterefkirin derkete 10 kesî. Di nav berterefkiriyan da terorîstekî di kategoriya sor da jî heye.

Soylu li ser hesabê xwe yê Twitterê hejmara teorîstên berterefkirî weşand û got, "Ka ez bêjim çi, Xwedê leza we kêm neke qehremanno. 2 terorîstên jî zêde bû 8 derkete 10î. Xwedê ji we razî be."

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya li ser operasyonê da jî hat diyar kirin ku di nav berterefkiriyan da terorîstekî di kategoriya sor da heye û qaşo berpirsyarê qada Botanê bû ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın