Tirkiye, Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

"HDPyiyan kurê me revandiye, daye PKKyê"

Bîlal Avunanê ku seba kurê xwe yê Emrah beşdarî çalakiya rûniştinê bûye: "Ez li Cizîra navçeya Şirnexê çûm avahiya HDPyê û min ji HDPyiyan pirsa kurê xwe kir. Wan ji min ra got, 'Me kurê te bir, da PKKyê'.

22.09.2019 - Rojanekırın : 24.10.2019
"HDPyiyan kurê me revandiye, daye PKKyê"

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê dayîk û malbat ji 3yê îlonê vir va li ber avahiya serokatiya bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin û ji ber ku zarokên wan revandine serê çiyê HDPyê berpirsiyar dibînin. Ji malbatan Bîlal Avunan got, "Ez li Cizîra navçeya Şirnexê çûm avahiya HDPyê û min ji HDPyiyan pirsa kurê xwe kir. Wan ji min ra got, 'Me kurê te bir, da PKKyê'. HDPyiyan kurê me revandiye, daye PKKyê."

Çalakiya ku dayikên Diyarbekirê ji 3yê îlonê vir va dikin, dewam dike.

Bîlal û Leyla Avun ji Elezîzê hatin Diyarbekirê û seba kurê xwe yê Emrah ku PKKya rêxistina terorê di 2015an da li Cizîra navçeya Şirnexê revand, beşdarî çalakiya rûniştinê bûn û gotin ku heta kurê wan neynin ew ê çalakiya rûniştinê bidomînin.

Bîlal Avunanê bav diyar kir ku HDP weke milekî PKKya rêxistina terorê dixebite û wiha dewam kir:

"Ez li Cizîra navçeya Şirnexê çûm avahiya HDPyê û min ji HDPyiyan pirsa kurê xwe kir. Wan ji min ra got, 'Me kurê te bir, da PKKyê'. HDPyiyan kurê me revandiye, daye PKKyê. Tiştekî wisa dibe? Tekane zarokê min bû. Min şand wezîfeya weten, revandin serê çiyê. Hêngî ku revandine pê va min tu xeber jê hilnedaye."

Avunan xwest ku kurê wî ji destê PKKya rêxistina terorê xelas bibe û were malê û diyar kir ku ew bi malbatî perîşan bûn.

Avunan wiha dewam kir: "Jina min her şev di xewê da behsa kurê min dike. Ev dayîk gune nîne, ev dayik gune nînin? Hemû malbat feqîr in. Bira HDPyî herin, zarokên xwe bibin. Bira Selahattîn Demirtaş derkeve meydanê, bira derkeve û van zarokên me bîne. Ev malbat gune nînin. Wellehî di destê min da be, ez ê Selahattîn Demirtaş perçe perçe bikim."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın