Tirkiye

Hat tesbîtkirin terorîstê ku li Bidlîsê hat berterefkirin di kategoriya tûtik dabû ku li wî digeriyan

Aykut Karadağ  | 15.06.2021 - Rojanekırın : 15.06.2021
Hat tesbîtkirin terorîstê ku li Bidlîsê hat berterefkirin di kategoriya tûtik dabû ku li wî digeriyan

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di çarçoveya Operasyona Eren 11yê da li Bidlîsê duh terorîstek hatibû berterefkirin ku ew qaşo berpirsyarê Eyaleta Garzanê ya PKKya rêxistina terorê Samet Îçyer e ku navlêka wî "Zerdeşt Navdar" e ku di kategoriya tûtik da li wî digeriyan.

Li gor daxuyaniya Wezaretê di çarçoveya Operasyona Eren 11yê da li Bidlîsê duh Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a Bidlisê operasyon kir.

Di operasyonê da terorîstek hatibû berterefkirin ku ew qaşo berpirsyarê Eyaleta Garzanê ya PKKya rêxistina terorê Samet Îçyer e ku navlêka wî "Zerdeşt Navdar" e û di kategoriya tûtik da li wî digeriyan, ji bo dîtina wî jî qasî milyonekî pere xelat didan.

Hat daxuyandin di 21ê Hezîrana 2012yan da li Bidlîsê li herêma Ortakapiyê rê hatibû birîn, gundparêzek hatibû şehîdkirin, gundparêzek birîndar bûbû, personelekî eskerî û 3 welatî jî hatibûn revandin ku Îçyer ev yek kiriye.

Ji bilî vê hat gotin terorîst di van çalakiyan da jî cih girtiye.

Di 6ê Cotmeha 2013yan da li Karacaya mezraya girêdayî Kayalibaxê ya Bidlîsê 7 karkerên daristanê dîl hatibûn girtin, li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li gundê Onbaşilarê di 8ê Hezîrana 2019an da êrîşî baregeha Ozgenê hat kirin, di 10ê Hezîrana 2019an dali herêma baregeha Ozgenê êrîşî karkerên rê çêdikirin kirin ku 2 welatî hatin şehîdkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın