Tirkiye

Hat daxuyandin navê 3 terorîstên li Wanê hatin berterefkirin di kategoriya gewr da bû ku li wan digeriyan

3 terorîstên li dorbera Gurpinara Wanê hatin berterefkirin failên gelek êrîşên di navbera salên 2015-2018an da ne

02.07.2020 - Rojanekırın : 02.07.2020
Hat daxuyandin navê 3 terorîstên li Wanê hatin berterefkirin di kategoriya gewr da bû ku li wan digeriyan

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand hat tesbîtkirin 3 terorîstên li dorbera Gurpinara navçeya Wanê hatin berterefkirin failên gelek êrîşên di navbera salên 2015-2018an da ne ku navê wan di kategoriya gewr da bû ku li wan digeriyan.

Di daxuyaniya Wezaratê da hat gotin 29ê Hezîranê roja duşemê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li dorbera Gurpinara navçeya Wanê bi J-SÎHAyan va operasyon kirin û 3 terorîst hatin berterefkirin.

Hat desnîşankirin navê wan di lîsteya kategoriya gewr da bû ku heta 500 hezar lireyî bi xelatê va li wan digeriyan.

Navê wan wiha hat rêzkirin; Firat Goreyê ku navê wî yê kod "Welat Milazgir" e û ew qaşo li eyaleta Wanê di hêza Başkale û Masîroyê da wezîfedar e, Tahsîn Genezê navê wî yê kod "Azad" e û Îlyas Duranê navê wî yê kod "Kendal" e.

Hat gotin terorsît failê van êrîşan e; di tebaxa 2017an da êrîşî Fermandariya Tabura Qomandoyan a Cendirmeyan a Başkaleya Wanê kirin, di 12ê Hezîrana 2017an da li Başkaleya Wanê êrîşî Girê Mengelê ya li taxa Yolmaçirê kirin û şivanê bi navê Sînan Şener kuştin, di 3yê Tîrmeha 2017an da li ser rêya Wan û Hekariyê bi roketan va êrîşî hêzên ewlehiyê yên mayîn digeriyan kirin, di 9ê Îlona 2016an da li Eşmepinara herêma Başkaleya Wanê êrîşî gundparêzan kirin 3 gundparêz û sivîlek şehîd kirin, di 2016an da Esenyamaça taxa Başkaleya Wanê rê birîn gundparêzek şehîd kirin û 2 gundparêz jî birîndar kirin, di 2016an da li taxa Yavuzlarê ya navçeya Başkaleyê êrîşî wesayîtekî kirin 3 gundparêz û sivîlek şehîd kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji bilî van êrîş û bûyeran ew failê gelek êrîşên din in jî.

2 tivingên piyadeyê yên M-16, tivingeke piyadeyê ya keleş, demançeyeke marqeya wê glock e, 6 bombeyên destan, gelek muhîmat û alavên jiyanê jî hatin bidestxistin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın