Tirkiye

Gola Wanê ku wekî "Qada sîta siruştî" hat îlankirin, wê baştir were parastin

Mesut Varol  | 04.08.2022 - Rojanekırın : 09.08.2022
Gola Wanê ku wekî "Qada sîta siruştî" hat îlankirin, wê baştir were parastin

Van

 Bi biryara ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin va Gola Wanê û dora wê wekî "sîta siruştî-qada parastinê û xebitandina bikontrol" hat tescîlkirin. Ev tescîlkirin wê piştgiriyê bide ku hewze baştir were parastin.

Ji bo pêşîlêgirtina Gola Wanê û ji bo ku gol seba nifşên nû paqij bimîne, xebat dewam dikin.

Ji ber ku di salên dawîn da germ zêde ye, gol bi hilmegulmê kêm bûye, yek jî baran û berf di salên dawîn da kêm dibarin. Ji ber van yekan ava golê timî kêm dibe.

Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî li ser biryara tescîlkirinê ya ku Gola Wanê bû qada sîtê û wê were parastin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Di encama Plana Çalakiyê ya Parastina Gola Wanê û Bernameya Sepandinê ku me da destpêkirin da Gola Wanê û derdora wê wekî qada sîtê hat îlankirin. Ji bo ku gol paqij bimîne û nifşên nû paqijtir bibînin, ev gav hat avêtin. Ev gav tenê destpêkek e. Ser xêrê be."

Bi biryara ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin va li der û dora Gola Wanê çêkirina avahiyan wê were kontrolkirin, projeyên ku planên îmarê eleqedar dikin, wê di Komîsyona Herêmê ya Lijneya Parastinê ya Heyberên Tebîetê ya Midûriya Bajêr a Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê da were nirxandin û paşê têxin rewacê.

Bi biryarê va avên ku diherikin nava Gola Wanê, wê werin paqijkirin. Li gor rêziknameyê komîsyon wê biryara avakirina tesîsên devê golê bide.

Li hemû niştewarên ku li kêleka golê ne, tesîsên wan ên parzûnkirinê wê ji sedî sed bixebitin, hemû tiştên ku golê qirêj dikin, wê ji holê werin rakirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın