Tirkiye

Germavên ku li Mûşê hatin tesbîtkirin wê bi aboriyê bidin qezenckirin

Li Vartoya navçeya Mûşê germav hatin tesbîtkirin, ji bo ku van germavan bi aboriyê bidin qezenkirin, xebat dan destpêkirin.

İbrahim Atmaca   | 30.06.2020
Germavên ku li Mûşê hatin tesbîtkirin wê bi aboriyê bidin qezenckirin

Muş

Li Vartoya navçeya Mûşê germav hatin tesbîtkirin, ji bo ku van germavan bi aboriyê bidin qezenkirin, xebat dan destpêkirin.

Walîtiya Mûşê, Zanîngeha Mûş Alparslanê û qaymeqamtiya Vartoyê ji bo germavan "Projeya Kifşkirin û Xurtkirina Potansiyela Jeotermalê" amade kir.

Ajansa Piştgiriyê ya Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) jî piştgiriyê dide projeyê. Qaymeqam û Cîgirê Şaredar Ertugrul Avci, ekîba zanîngehê û ya Midûriya Giştî ya Tedqîd û Lêgerîna Madenê (MTA) li qada germavê lêkolîn kirin.

Qaymeqam Avci daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wan di xebatên ser germavan da daneyên baş û hêvîdar bi dest xistin, derxistina germavan wê li navçeyê piştgiriyê bide serakarî û turîzma jeotermalê.

Midûrê Navenda Sepandin û Lêkolînê ya Rêvebiriya Afatê ya Zanîngeha Muş Alparslanê Endamê Hîndekariyê Dr. Îskender Dolek jî got ku li Varto û derdora wê xebatên wan ên jeotermalê dewam dikin û xebat hatin asteke baş. Dolek wiha dewam kir: "Xebata ku zanîngeha me berî niha kiribû, ekîba MTAyê jî li ser disekine. Encamên ku merivan hêvîdar dikin, tên bidestxistin. Bi destpêkirina xebatên sondajê va em hêvî dikin ku wê piştgiriyeke girîng bide aboriya welêt û bajêr."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın