Tirkiye

Germahiya hewayê li seranserê welêt wê zêde bibe

Muhammed Nuri Erdoğan  | 26.11.2021 - Rojanekırın : 27.11.2021
Germahiya hewayê li seranserê welêt wê zêde bibe

Ankara

 Tê payîn ku li seranserê welêt ji îro pê va germahiya hewayê zêde bibe.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê taviya ku li Kirklarelî, Edîrne, Tekîrdag û Çeneqale û der û dorê Kendava Edremîtê tê payîn piştî danê nîvrojê herêmî wê tesîra xwe zêdetir bike. Ji ber vê yekê jî ji welatiyan hat xwestin li hemberî îhtimala lehî rabûnê, brûsk vedanê û bahozê bila bi baldar bin.

Piştî nîvrojê li alî Herêma Egeyê, rojhilatê Marmarayê û qismê Rojavayê Behra Reş wê ba rabe ji alî başûr û başûrê rojava va jî wê tesîra xwe zêde bike û car caran bibe bahoz û bi tund bê.

Tê payîn ku germahiya hewayê jî li seranserê bajêr zêde bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.