Tirkiye

Gelê Hekariyê vê zivistanê wê bi xaza siruştî va xwe germ bike

Xebatên bicihkirina boriyên xaza siruştî yên 3 sal berê dest pê kiribûn temam bûn, welatî wê êdî di malên xwe da xaza siruştî bixebitînin

Türkan Tosun  | 23.07.2019 - Rojanekırın : 24.07.2019
Gelê Hekariyê vê zivistanê wê bi xaza siruştî va xwe germ bike

Hakkari

Li Hekariyê xebatên anîna xaza sirûştî yên 3 sal berê hatibûn destpêkirin temam bûn. Vê zivistanê welatî êdî wê di malên xwe da xaza siruştî bixebitînin.

Ji bo ku li bajêr xaza siruştî bê bikaranîn bi destê BOTAŞê 3 sal berê xebatên bicihkirina boriyan hat destpêkirin û îsal temam bû.

Xeta 240 kîlomêtroyî ji Îpekyoluya navçeya Wanê ji taxa Erçekê dest pê kir û heta Hekariyê hat anîn.

Li bajêr ceribandin tên kirin ku ji meha îlonê pê va vê zivistanê welatî bikaribin êdî bi kar bînin.

Ji hêla din va li bajarên din jî xebat tên kirin ku boriyên xazê bên bicihkirin.

Walî Îdrîs Akbiyik ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ev xebat ji bo bajêr xebateke girîng bû û niha li gundên Berçelen û Ordekliyê ceribandin tên kirin.

Akbiyik got di meha îlonê da li mal û kargehan xaza siruştî wê bê bikaranîn û wiha dewam kir: "Gelê Hekariyê bendê ye ku xaza siruştî bi kar bîne. Heke pirsgirêkek çênebe emê xaza siruştî bi kar bînin."

Welatî Adil Tatli jî got ekîb pir baş dixebitin û wiha axivî: "Zivistanê li ser bajêr ewrên dû çêdibin. Înşallah îsal bi saya xaza siruştî hewayê paqij bimîne. Em her kesê ku keda wan tê da heye ra spas dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın