Tirkiye

Farqîna dîrokî di qada turîzmê da berbiçav e

Pireya Mala Badê, Şikeftên Hesûnî, xanî û deverên dîrokî yên li navçeyê balê dikişînin.

Ömer Yasin Ergin, Yusuf Batı   | 27.11.2021
Farqîna dîrokî di qada turîzmê da berbiçav e

Diyarbakir

Farqîna navçeya Diyarbekirê ku xwedî dîrokeke kevnare ye bi cî û warên xwe yên dîrokî bala ziyaretvanan dikişîne ser xwe.

Navçeyên Diyarbekirê yên ku seranserê dîrokê ji gelek şaristaniyan ra mazûvanî kirine bi çand û dîroka xwe balê dikişînin.

Li Diyarbekirê ji navçeyên balê dikişîne yek jî Farqîn e lewra Pireya Mala Badê ya ku di Lîsteya Berwext Mîrata Çanda Dinyê ya UNESCOyê da cî digire li welêt jî di nav 13 pireyên bişeml da ye.

Gorên di nav zinaran da, dêr, şikeftên Hesûnî, Mizgefta Selahedîn Eyûbî ya tê texmînkirin di navbera salên 1152-1157an da hatiye çêkirin, Qesra Elî Axa, Birca Şêr a Eyûbiyan, muze û malên dîrokî yên li navçeyê ji bo ziyaretvanan navendên gerê ne.

Li navçeya dîrokî di kolandinên ku îsal Zanîngeha Dîcleyê kir da jî gora Siltan Kiliçarslanê 1emîn ê Selçûqiyên Anadoluyê û qîza wî Seîde Xatunê jî hatin dîtin û eleqeya li ser navçeyê û berhemên dîrokî yên lê zêdetir bû.

- "Kebaba cîgerê jî bi navçeyê tê zanîn"

Qaymeqamê navçeyê Murat Ozturk daxuyanî da nûçegihanê AA û got ku navçe ji ber ku li ser rê ye gelek ziyaretvanan diezimîne.

Ozturk got ku navçe bi xwe jî dîrokî ye û gelek deverên wisa li ser xwe dihewîne û ji kesên tên serdana navçeyê xwest ku bila xwe ji tehma kebaba cegerê mehrûm nekin û teqez bixwin.

Hostayê kebaba cegerê Ferman Recepoglu diyar kir ku wî bi wesayîta seyar dest bi vî karî kir û herî hezkir zêde bûn wî jî karê xwe mezin kir û wiha pê da çû: "Li ser pêşniyazê gelek kes tên. Navçeya me li ser rê ye û rêwiyên tên û diçin tên serdana me."

- "Heta neyêm vê derê naçim"

Yahya Bulbulê li Wanê dijî got ku dema ew ber bi alî Bodrumê va diçe teqez li vê derê disekine kebaba cegerê ya Farqînê dixwe û paşê ser rêya xwe dewam dike.

Bulbul got: "Dema rêya me bi vê derê dikeve heta ez neyêm vê derê kebabê nexwim ji vê derê naçim lewra tehma wê xweş e."

Ji şêniyên navçeyê Kasim Turan jî got ku Farqîn devereke dîrokî ye û ji bo Merwaniyan paytextî kiriye û gelek deverên dîrokî li ser xwe diewîne.

Turan bangî meraqdar û geştyaran kir ku bila werin û Farqîna dîrokî û rengîn bibînin.​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.