Tirkiye

Fabirqeya ku li Mûşê bi piştgiriya dewletê hat avakirin ji 33 welatan ra îxracatê dike

Li Mûşê miteşebis Cemal Oktan bi piştgiriya dewletê fabirqeyeke tekstîlê ava kir û di fabirqeya wî da 300 kes dixebitin û 33 welatan ra jî îxrcatê dike.

İbrahim Atmaca   | 16.09.2020
Fabirqeya ku li Mûşê bi piştgiriya dewletê hat avakirin ji 33 welatan ra îxracatê dike

Muş

Li Mûşê miteşebis Cemal Oktan bi piştgiriya dewletê fabirqeyeke tekstîlê ava kir û di fabirqeya wî da 300 kes dixebitin û 33 welatan ra jî îxrcatê dike.

Oktan li Stenbolê ser cil û bergan şirket vekir û 3 sal bere li Mûşa welatê xwe veberhênan kir û biryar da ku ji bo ciwanan qadeke nû ya îstixdamê veke.

Oktan li bajaroka Sunguyê ya li ser navendê ji hemû teşwîqên ku dewletê danê sûd wergirt û fabirqeyeke tekstîlê ava kir. Fabirqeya wî rojê 5 hezar û 500 beran çêdike.

Oktan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ew li fabirqeyê cil û bergên marqeyên navdar çêdikin.

Oktan diyar kir, wî bi piştgiriya ku dewletê daye va dezgeha xwe ava kir û 300 kes tê da îstixdam kir. Oktan wiha axivî:

“Kesên ku li herêmê veberhênanê dikin, dewlet piştgiriyê dide wan û ev jî firsendeke mezin e. Saya sere vê piştgiriyê me fabirqe ava kirin û ciwan div an fabirqeyan da dibin xwedî kar, nan dibin mala xwe. Vê gavê di warê sektorê da em ji wan fîrmayên ku herî zede îstixdamê dikin, yek in. Em cil û bergan didin piyaseya nav welêt û digel welêt Rûsya, Almanya, Belçîka, Fransa, Îngiltere û Swêd di serî da em îxracî 33 welatan dikin. Em salê 12 milyon lire piştgiriyê didin aboriya Mûşê. Dilê me heye ku kapasîteyê zede bikin, lê di warê cih da tengasiya me heye. Wexta ku me ev tengasî çareser kir, em ê derfeta kar bidin zêdetir kesan.”

Oktan diyar kir ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) wan meh û nîvekê fabirqe girt, ji ber ku mixaze girtî man, wan 3 mehan qet tiştek nefirot û heyameke dijwar derbas kir.

Oktan diyar kir, wan piştî demeke dirêj dest bi kar kir û sparîşên destê xwe temam kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın