Tirkiye

"Ez ê çalakiyê heta dawiyê bidomînim û heta kurê xwe hilnedim, ez ji vê derê naçim"

Mehmet Sıddık Kaya   | 29.11.2021
"Ez ê çalakiyê heta dawiyê bidomînim û heta kurê xwe hilnedim, ez ji vê derê naçim"

Diyarbakir


Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya xwe ya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan da destpêkirin û nobeta wan di roja 819emîn da dewam dike.

Aysel Artika dayik ji bo Erhanê kurê xwe yê ku 6 sal berê xapandin û revandin serê çiyê, ji Hatayê hat û çalakiyê dike. Artikê diyar kir ku ew heta bigihîje ewladê xwe wê çalakiyê bidomîne.

Artikê wiha xeberda, "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. Bira zarokên me bidin me. Ez ê çalakiyê heta dawiyê bidomînim û heta kurê xwe hilnedim, ez ji vê derê naçim."

Artikê bangî kurê xwe kir û wiha got, "Kurê min heke tu dengê min dibihîzî, tu min dibînî vegere. Ji tu tiştî netirse. Teslîmî hêzên me yên ewlehiyê bibe. Ez li benda te me."

Salih Gokçe jî ji Agiriyê hat û seba Mehmetê kurê xwe yê ku 6 sal berê revandin serê çiyê çalakiyê dike. Gokçe jî got ku ew heta kurê xwe hilnede, wê neçe tu derê.

Gokçe got, "HDPyê kurê min revand." û got ku ew dixwaze bigihîje ewladê xwe.

Gokçe wiha xeberda, "HDPyiyayn kurê min bir. Kurê min ji Stenbolê birin. HDPyê zarokên feqîr fuqareyan birin serê çiyê. Kurê min were, teslîm bibe. Welatê meriv cuda ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın