Aydin çû ziyareta Serokê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk û daxuyand ku erîşên DÎŞIyê yên li ser êzdiyan şermezar dikin. Aydin wiha axivî:
"Ez bi tenê ji bo dîmeneke ku televizyonan nîşan da giriyam. Ez ji bo suryaniyan negiriyam, lê ji bo êzdiyan giriyam. Bi kêran zarokan ser jê dikin. Ev xelet e. Zarokekî darde kirine. Ev çi wehşet e. Ev tiştên ku tên kirin, ne li gor misilmantiyê ye."
Serokê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk jî diyar kir ku ji 5 hezar salan vir ve gelên suryanî, ereb, tirkmen, kurd û ermenî bi hev re dijîn û wiha got: "Gelê suryanî xwedî şarezayeke mezin in û koça wan a vî axê ji bo me kêmasiyek e."
Turk got ku ji hêla çandê û demokrasiyê ve hebûna gelê suryanî ya Mêrdînê gelek girîng e û ew dixwazin gelê suryanî vegerin axa xwe. Turk daxuyand ku li Iraqê qasî 15 hezaran êzdî hatine kuştin, 750 jin û zarok jî hatine revandin û li sûkên Misûlê têne firotin.