Tirkiye

Esnafên li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê îsal kêf kirin

Esnafên li navenda kaşûnê yên dahata wan ji turîzmê tê ji ber şewba Kovîd-19ê hêvî nedikirin ku wê îsal kar bibe lê digel şewbê qismêta wan fireh bû.

Hüseyin Demirci  | 21.04.2021 - Rojanekırın : 22.04.2021
Esnafên li Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê îsal kêf kirin

Kars

 Navenda Kaşûnê ya Cibiltepeyê ya li Sariqamişa navçeya Qersê ku zivistanê ji navendên kaşûnê yek e îsal digel şewba Kovîd-19ê xalî nema û di heyama zivistanê da xwemalî û biyanî jî tev 92 hezar û 644 mêvan ezimand.

Navenda kaşûnê ya di nav daristanên Sariçam a raqima wê 2 hezar û 634 e da cî digire 2 kîlomtre ji navenda navçeyê û 52 kîlometre jî ji navenda bajêr dûr e. Li navenda kaşûnê du jê 5 stêrkî û çar jî 4 stêrkî tevahî heft otêl û gelek jî malên apart hene û heyama turîzma zivistanê ya îsal, ber bi dawiya meha nîsanê va hêj nû qediya.

Esnafên li navenda kaşûnê ku dahata wan ji turîzmê tê wisa texmîn dikirin ku ji ber şewba Kovîd-19ê wê îsal kar nekin lê digel şewbê qismêtê wan fireh bû û 92 hezar û 644 turîstên xwemalî û biyanî berê xwe dan navendê û heyameke bi bereket derbas bû.

- "Me digot ji ber şewbê wê kes neyê"

Alîkarê Serokê Komeleya Otêlên Kaşûnê yên Sariqamişê Mehmet Saraçoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku baş bû wan îsal jî heyama kaşûnê bi xêr û silametî derbas kir.

Di berdewamiya axaftina xwe da Saraçoglu got: "Li pîstên etaba duyemîn kaşûn hêj tê kirin. Em di meha Remezanê da ne û rojên dawîn ên meha nîsanê ne. Me digto ji ber şewbê wê îsal kes neyê. Heta nava meha rêbendanê jî rewş wisa bû. Lê çawa dibistan ketin tetîla nîvê salê li vê derê jî çûn û hatin zêde bû û eleqeya li ser Sariqamişê pir bû. Ji sedî 80-90 mêvan hebûn û cî vala neman. Ne di nav xebatkaran da û ne jî di nav mêvanên ku hatin da kes bi şewba Kovîd-19ê neket. Lewra me tewdîrên hewce dikir hildida."

Namik Kemal Taş ê ku Midûrê otêleke li navenda kaşûnê di xizmeta gel da ye jî got ku turîzma îsal digel şewba Kovîd-19ê bi xêr û bereket bû û ji sedî 85-90 odeyên wan jî tijî bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.