Tirkiye

Erdogan: "Ev avahiya me ya Turkevî dê bibe rengvedana cihê me yê di çavê civaka navneteweyî de"

Erdogan: "Di pêvajajoya ku ber bi 2023an ber bi 100emîn sala avabûna komara me ve diçe de, ev avahiya me ya Turkevî dê bibe rengvedana cihê me yê di çavê civaka navneteweyî de."

Barış Kılıç   | 20.09.2021
Erdogan: "Ev avahiya me ya Turkevî dê bibe rengvedana cihê me yê di çavê civaka navneteweyî de"

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Turkevî ya li New Yorkê) Tirkiyeyê bi vê berhemê mezinbûna xwe û hêza xwe ya ku zêde dibe şahberhemek çêkir."

Erdogan di merasima vekirina Turkevî de ya ku dê Nûnertiya Daimî ya Neteweyên Yekbûyî û Serkonsoluya Tirkiyeyê ya New Yorkê jî tê de be axîvî.

Serokomar Erdogan di destpêka axaftina xwe de silav da yên guhdariya wî dikin û got ku avahiya Turkeviyê ya ku temelê wê beriya nuha bi 4 salan avêtibûn û îro vekirin bila ser xêrê be.

Erdogan spasiya xwe gihand kesên refeqeta vê roja dîrokî kirin û wiha axivî:

"Îro em şanaziyeke mafdar dijîn. Em şanaz in çimkî em berhemeke mayinde ji bo dewlet û gelê xwe dihêlin. Em şanaz in çimkî bi vê berhemê New Yorkê bi xweşikatiya mîmariya xwe dixemilînin. Em şanaz in çimkî me înşaata xwe ya muhteşem ku bi xwêdana aniya mîmar, endazyar û karkerên me lêkir, qedand.Tirkiyeyê bi vê berhemê mezinbûna xwe û hêza xwe ya ku zêde dibe şahberhemek çêkir."

Serokomar Erdogan got, "Di pêvajajoya ku ber bi 2023an ber bi 100emîn sala avabûna komara me ve diçe de, ev avahiya me ya Turkevî dê bibe rengvedana cihê me yê di çavê civaka navneteweyî de."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın