Tirkiye

Erdogan: "Em dixwazin aşiya ku çêdikin li gor şertên maqûl pêşkêşî xizmeta hemû mirovahiyê bikin"

Erdogan: "Em dixwazin aşiya ku çêdikin li gor şertên maqûl pêşkêşî xizmeta hemû mirovahiyê bikin."

Nihat Kavşut  | 25.11.2020 - Rojanekırın : 25.11.2020
Erdogan: "Em dixwazin aşiya ku çêdikin li gor şertên maqûl pêşkêşî xizmeta hemû mirovahiyê bikin"

TBMM

Erdogan: "Em dixwazin aşiya ku çêdikin li gor şertên maqûl pêşkêşî xizmeta hemû mirovahiyê bikin."

 "Em di warê aboriyê da seferberiyeke nû ya veberhênan, hilberîn, îxracat û îstixdamê didin destpêkirin. Piştî civînên li ser budçeyê em ê reformên berfireh yek bi yek bidin destpêkirin."

"Îtifaqa Cumhur li Tirkiyeyê mînaka 'hevkariya siyasî' ya herî berfireh e."

"Wekî ku birêz Bahçelî jî got, ev îtifaq bi tu awayî li ser bazarkirinên veşartî yan jî eşkere nehatiye avakirin."

"Em ê Plana Xebatê ya Mafên Mirovan ku soz dabû gelê xwe bi awayekî ku baweriya bi aboriyê jî zêde bike berfireh bikin û di demeke kurt da halê dawîn bidinê. Di vê çarçoveyê da em ê amadehiyên tên kirin bi hemû derdorên mafên mirovan, rêvebirên aboriyê û karsazan ra bişêwirin û bi rêya koma pêşkêşî teqdîra Meclisê bikin.

 "Înşellah em ê rojeva reforma aborî û hiqûqî ya li pêş xwe dîsa wek Îtifaqa Cumhur bi cî bînin."

 "Me bi taybetî ji bona vî gelî aştî xwest. Li ku derê teror û terorîst hebin em ji bona serê wan bipelçiqînin hene."

 "Emrê me bi têkoşîna dijî hişmendiya faşîst derbas bû ku ji ber bawerî, nijad, meşreb û cil û bergên wan însana biçûk didîtin û dixwestin wan bi zext û zorê biguherînin. Nûnerê yekem yê vê jî CHP ye."

 "Ez bi rastî jî diêşim ku ji bona bê xwendin kitêbeke ku yek ji wan terorîstan nivisiye pêşniyaz dikin. Kesê ku ji bona bê xwendin kitêba wî tê pêşniyazkirin jî siyasetmedarê bimaske û parêzvanê rêxistineke terorê ye ku di destê wê da xwîna bi hezaran xwîşk û birayên min yên Kurd, esker, polês û mamosteyên me hene û bi pey cudakirinê ketiye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın