Tirkiye

Erdogan biryara qedexeya derketina derva ya wê li 15 bajaran bihata sepandin betal kir

Nihat Kavşut  | 05.06.2020 - Rojanekırın : 06.06.2020
Erdogan biryara qedexeya derketina derva ya wê li 15 bajaran bihata sepandin betal kir

Ankara

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku biryara qedexeya derketina derva ya dawiya hefteyê wê li 15 bajaran bihata sepandin betal kiriye.

Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê biryara qedexeya derketina derva da ku ji ber tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) wê li 15 bajaran dawiya hefteyê bihata sepandin, daxuyanî da.

Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe da got ku wek Serokomar min biryara qedexeya derketina derva ya dawiya hefteyê wê li 15 bajarên me bihata sepandin betal kir.

Erdogan di parvekirina xwe da got piştî 2 meh û nîvekê piştî ku welatiyên me heyata xwe ya rojane sererast kirin dilê me nexwest ku welatiyên me bikevin tengasiyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.