Tirkiye

Endamê berê yê Dadgeha Bilind 14 sal û 3 meh cezayê hepsê xwar

Ahmet Tokerê endamê Daîreya Cezayê ya 9emîn ya Dadgeha Bilind yê berê ku biryarên dadgehê yên dozên "Balyoz", "sîxuriya eskerî" û "baregeha şoreşger" pesend kiribû ji ber endamtiya FETOyê 14 sal û 3 meh cezayê hepsê xwar.

Nihat Kavşut  | 19.09.2019 - Rojanekırın : 20.09.2019
Endamê berê yê Dadgeha Bilind 14 sal û 3 meh cezayê hepsê xwar

Ankara

Ahmet Tokerê endamê Daîreya Cezayê ya 9emîn ya Dadgeha Bilind yê berê ku biryarên dadgehê yên dozên "Balyoz", "sîxuriya eskerî" û "baregeha şoreşger" pesend kiribû ji ber endamtiya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) 14 sal û 3 meh cezayê hepsê xwar.

Daîreya Cezayê ya 9emîn ya Dadgeha Bilind bi sifetê dadgeha dereceya ewil li Salona Lijneya Giştî ya Dadgeha Bilind li dozê mêze kir û Tokerê girtî bi pergala deng û dîmenan tevlî rûniştinê bû û parêzerê wî jî li salonê hazir bû.

Toker û parêzerê wî parastina xwe kirin û sûcdarkirina red kirin.

Piştî parastinê navber dan rûniştinê û biryara lijneya Daîreya Cezayê ya 9emîn ya Dadgeha Bilind hat eşkerekirin.

Ahmet Tokerê endamê Daîreya Cezayê ya 9emîn ya Dadgeha Bilind yê berê ku biryarên dadgehê yên dozên "Balyoz", "sîxuriya eskerî" û "baregeha şoreşger" pesend kiribû ji ber endamtiya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) 14 sal û 3 meh cezayê hepsê xwar.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın