Tirkiye

Endamê TKP/MLya rêxistina terorê ku bi bultena sor lê digeriyan li Mîlasê hat qefaltin

Zafer Fatih Beyaz   | 11.06.2021
Endamê TKP/MLya rêxistina terorê ku bi bultena sor lê digeriyan li Mîlasê hat qefaltin

Ankara

Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê ragihand H.Kyê endamê TKP/MLya rêxistina terorê ku di sala 1979an da kujerê Muammer Sencerê polês bû û bi bultena sor lê digeriyan li Mîlasê hat qefaltin.

Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê di daxuyaniya weşand da destnîşan kir ku H.K demên berê qaşo "Endamê Komîteya Navendî" ya Artêşa Rizgariya Gundî û Karkerên Tirkiyeyê (TÎKKO) ya baskê TKP/MLê bûye û tevlî gelek çalakiyên bêdestûr û çekdarî bûye.

Hat gotin ku bi operasyona îro li Mîlasa navçeya Muglayê hat qefaltin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.