"Em ê guh bidin paqijî, maske û mesafeyê û înşallah bi hev ra ji vê nexweşiyê xelas bibin"
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Ofîsa Dolmabahçeyê endamên MYKY ya Yekîtiya Demokratên Neteweyî (UID) û Şaxên Jinan û Şaxên Ciwaniyê qebûl kir.
Erdogan behsa şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) kir û got him li dinyayê û him jî li Tirkiyeyê ji ber şewbê tengasî tê kişandin û wiha dewam kir: "Em ê guh bidin paqijî, maske û mesafeyê û înşallah bi hev ra ji vê nexweşiyê xelas bibin. Em bawer dikin ku zehmetiyên me ji ber şewba vîrusa koronayê kişand bi taybetî ji bo welatê me û gelê me wê deriyê mizginiyên nû wê veke. Bi îzna Xwedê û înayeta wî Tirkiye wê ji vê şewbê xelas bibe û hê xurttir be."
- "Me camêriya Tirkiyeyê û gelê Tirk nîşanî hemû dinyayê da"
Serokomar Erdogan behsa alîkariyên Tirkiyeyê kir û wiha pê da çû: "Ji destpêka krîzê heta niha me ji 142 welatî ji 100 hezarî zêdetir welatiyên xwe anîn Tirkiyeyê. Me heta îro alîkarî şand 157 welatan û 12 saziyên navneteweyî û me camêriya Tirkiyeyê û gelê Tirk nîşanî hemû dinyayê da. Bêyî em guh bidin muhterîsên ku tengasiya milet weke deriyê îqbalê dibînin, em ê giraniyê bidin ser tevdîranî teslîmî teqdîrê bibin û têkoşîna xwe ya şewbê bidomînin."
- "Em bi wan serfiraz in"
Erdogan behsa welatiyên Tirkiyeyê yên li Ewropayê dixebitin û feydaya wan digîhîje welatên lê ne û wiha dewam kir: "Kesên dixwazin Tirkên Ewropayî hê têxin nav qalibên 1960î, naxwazin rastiya diasporayeke ku mezin bûye û xurt bûye, qebûl bikin. Îro li tevahiya Ewropayê 6 milyon însanê me heye. Birayên me yên demekê bi tenê karker û kedkar bûn, hemd ji Xwedê ra êdî ji alema kar bigire heta bazirganiyê, perwerde, akademî, saziyên civakî û siyasetê di gelek qadan da cih digirin. Em bi wan serfiraz in ku feydeya Tirkên Ewropayê li welatên ku lê dijîn digîhîje siyaset, çand, aborî û jiyana civakî. Serkeftina ku xoceyên me yên Ugur Şahîn û Ozlem Tureciyê di çêkirina aşiya Kovîd-19ê da bi dest xist, nîşan dide ku heke meriv piştgiriyê bike û firsendê bide, merivên me dikarin çi bikin. Mînakên baş ên bi vî rengî ne tenê Tirkên Ewropayî, di heman demê da ev xwebawerî û cesaretê dide civatên koçber jî."
- "Me bi jin û ciwanên xwe ra mora xwe li 19 salên dawîn ên Tirkiyeyê xist"
Serokomar Erdogan siyasetmedaran rexne kir û wiha axivî: "Siyasetmedarên di polîtîkaya derva da nikarin serkeftî bibin, li hundirê welêt dikevin tengasiyê û berjewendiyên xwe ji meqamên xwe pêştatir digirin êrîşî şexsê min û Misilmanan dikin ku van kêmasiyên xwe veşêrin. Dema em kesên xwedî nasnameya Komara Tirkiyeyê ne, lê qaşo li ser navê mixalefeta dijî me şûrê gawir dihejînin û bi ser me va tên dibînin, em xemgîn dibin. Me bi jin û ciwanên xwe ra mora xwe li 19 salên dawîn ên Tirkiyeyê yên bi rekor û serkeftinan va tije ye xist."
- "Em dixwazin her du welat li hev bikin"
Der barê rageşiya di navbera Ukrayna û Rûsyayê da jî Erdogan wiha got: Ji bo hizûr û paşeroja ewledar a herêma me, em dixwazin ku her du welat jî lihevnekirinên navbera xwe demildest bi rêya mizakere û aştiyê çareser bikin û ji bo vê yekê em xîret dikin."
- "Em ê him cotkarên xwe ji tengasiyê xelas bikin û him jî piştgiriyê bidin welatiyên me"
Erdogan der barê kirîna kartol, pîvaz û çeltûkê ya ji cotkaran da jî wiha axivî: "Beriya Remazanê bi rêya walitiyên me yên 81 bajaran em ê vê mijarê ji nêz va bişopînin ku bigîhêje encamê, em ê him cotkarên xwe ji tengasiyê xelas bikin û him jî piştgiriyê bidin welatiyên me. Piştî bihîstina vê xeberê, me ji gelek cotkar û hilberînerên xwe gelek peyamên spasiyê yên ji dil hildan. Weke ku her car dibêjim, seba me şerefa herî mezin xizmetkarbûna miletê me ye, ne ku em bibin efendiyê milet."
- "Îkramiyeya cejnê ya teqawîdbûyiyan wê bê dayîn"
Erdogan behsa îkramiyeya cejnê ya teqawîdbûyiyan jî kir û wiha axivî: "Qasî 3 sal berê me soz dabû kesên teqawîdbûyî ku hezar lire îkramiye di cejnan da ji bo wan bê dayîn û me ev xebat heman dabû destpêkirin. Îkramiyeyên cejnê ji ber enflasyonê hatin zêdekirin ku îkramiyeya Remezanê wê serê meha gulanê, ya Cejna Qurbanê jî di nava meha tîrmehê da wê bên dayîn."