Tirkiye

"Em dixwazin bi dost û mutefîqên xwe ra di nav hevkariyeke hê zeximtir da bin"

Nihat Kavşut  | 21.11.2020 - Rojanekırın : 21.11.2020
"Em dixwazin bi dost û mutefîqên xwe ra di nav hevkariyeke hê zeximtir da bin"

Istanbul

 Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em dixwazin bi dost û mutefîqên xwe ra di nav hevkariyeke hê zeximtir da bin."

Erdogan ji Qesra Wehdedîn bi weşana zindî beşdarî kongreya asayî ya 7emîn yên Kutahya, Afyonkarahîsar, Batman û Sêrtê bû.

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Erdogan destnîşan kir ji bona piştgiriyê bidin hewldanên dijî şewbê wê hefteya were kongreyên xwe taloq bikin.

Erdogan diyar kir biryardar in ku binesaziya xwe ya hiqûqê pêşva bibin, xîmên aboriya xwe zexim bikin, hilberîn û îstixdamê zêde bikin û li dinyayê ku wê piştî şewbê şiklekî nû hilde ciyekî baş bigirin.

Serokomar Erdogan diyar kir di nav heyama li pêş xwe da wê dîsa tenê pişta xwe bidin gelê xwe û ji gelê xwe alîkariyê hildin û wiha axivî: "Digel zor û zehmetiyên li ber me hene ji rojhilat bigere heya rojava û ji bakur bigire heya başûr li her bihustê di têkoşîna xwe ya mezinkirin, pêşketin û zeximkirina welêt da me heyameke nû da destpêkirin."

Erdogan destnîşan kir kesên dîtin ku nikarin rê li ber têkoşîna wan ya demokrasî û pêşketinê bigirin 7 salên dawîn e hemû derfet û îmkanên xwe diemilînin.

Serokomar Erdogan balê kişand ser têkiliyên Tirkiyeyê yên Ewropayê ra û wiha got: "Em xwe li dereke din na, li Ewropayê dibînin û tesewir dikin ku pêşeroja xwe bi Ewropayê ra ava bikin."

Erdogan destnîşan kir ku dixwazin bi dost û mutefîqên xwe ra di nav hevkariyeke hê zeximtir da bin û wiha peyivî: "Em dixwazin têkiliyên xwe yên mutefîqiyê yên dûr û dirêj yên bi Amerîkayê ra di çareserkirina hemû meseleyên herêmî û kurewî da baş biemilînin."

Serokomar Erdogan diyar kir bi xwîşk û birayên xwe yên Azerbeycanî ra dawî li êşên 30 salî anîne û bi hev ra ji ber serkeftinê kêfxweş bûne.

Erdogan destnîşan kir wisa difikirin tu pirsgirêka di navbera wa, welat û saziyekê da ya ku bi siyaset, dîplomasî û gotûbêjê çareser nebe tuneye û wiha axivî: "Li gorî qinaeta me tu dewlet û saziyeke birûmet wê di destê lobî û rêxistinên terorê da ku neyartiya Tirkiyeyê ji xwe ra kirine armanc nebin pêlîstok û vê qebûl nekin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın