Tirkiye

Emîne Erdogan: "Em ê newestin, nesekinin. Lewra di xeyalê me da Filistînek heye"

Salih Okuroğlu, Melike Pala, Dilara Karataş  | 21.11.2023 - Rojanekırın : 22.11.2023
Emîne Erdogan: "Em ê newestin, nesekinin. Lewra di xeyalê me da Filistînek heye"

Ankara

 Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, ji bo Xezeyê wan bi beşdariya jinên serokên dewlet û hikûmetan civîn li dar xist û ji bo ku ew mijarên civînê têxin rewacê, dixebitin û wiha dewam kir, "Em ê newestin, nesekinin. Lewra di xeyalê me da Filistînek heye."

Emîne Erdoganê krîza însanî ya piştî êrîşên ku Îsraîlê birin ser Xezeyê û xebatên ku di civîna 15ê Mijdarê da biryara wê dan ji kovara Newsweekê ya Amerîkayê ra nirxandin.

Emîne Erdoganê got, "Hedefa êrîşên Îsraîlê tu carî tenê Misilman û mizgeft jî nebûn. Mesîhî û Cihûyên Xezeyê jî bi îbadetxaneyên xwe va tên bombebarankirin. Ji ber van neheqiyên eşkere, ji rojhilatê bigire heta rojavayê her kesên xwedîwijdan doza mafdar a Filistînê diparêze." û wiha dewam kir:

"Hikûmetên gelek welatan cuda bifikirin jî bi milyonan însan derdikevin kolan û meydanan, li kampusên zanîngeha dicivin û bertekê nîşanî vê wehşetê didin. Lewra li Filistînê bi hezaran meriv tên kuştin û em nizanin mensûbên kîjan dînî ne jî û em naxwazin vê hîn jî bibin. Em hesreta dinyayeke wisa dikişînin û xeyala wê dikin ku tê da her kes wekî hev were dîtin û ji wan ra miemeleya adil were kirin. Wekî Tirkiyeyê li ku derê zilmek û mezlûm hebin, dilê me li wê derê ye. Teşebisên birêz Serokomarê di serî da her sazî hewl dide ku vê komkujiyê ji dinyayê ra ragihîhe û van êrîşan bide sekinandin."

- "Tişta ku hêzên navneteweyî divê bikin ew e ku li Xezeyê heman agirbesteke mayînde çêbibe"

Emîne Erdoganê anî ziman ku li Xezeyê divê heman agirbest çêbibe û wiha dewam kir: "Di nav rewşeke wiha tarî da tişta ku hêzên navneteweyî divê bikin ew e ku li Xezeyê heman agirbesteke mayînde çêbibe û alîkariya mirovî bilez bigîhêje gelê Filistînê. Hemû saziyên navneteweyî yên tên hişê mirov yên wek ofîsên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî, saziyên tenduristiyê yên navneteweyî behsa rewşa xerab ya li Xezeyê dikin. Di nav vê rewşa ku ev wehşet, ev qirkirin, dîmen û delîl li meydanê ye dîsa jî gurkirina agirê vê pevçûna ku zarokan dikuje, şandina çek, bombe û keştiyan bi gotina herî sade va şirîkatiya vê qetlîamê ye. Amerîka moşekan dide Îsraîlê û bi van moşekan va êrîşî nexweşxane, mizgef, dêr, ambulans û kampên penaberan tê kirin. Washîngton dibe şirîkê vê wehşetê, di vê rewşê da ew çawa ku dikare roleke bifeyde bilîze?"

Erdoganê got divê civaka navneteweyî bê pirsîn ku xêza sor ya mirovahiyê li ku ye û wiha axivî: "Ji bo rawestandina vê wehşetê benda çi ne? Li hemberî van êrîşên bi hefteyan e dewam dike civaka navneteweyî bêdeng e ku ev bêdengî wîcdanan aciz dike. Berdêla vê bêdengiya 40 roj e dewam dike wê çawa bê dayîn? Avakirina ewlehiyê dibe ku nifşan bibîne. Ez wek dayik, wek jin, wek însanekê naxwazim ku vê mîrata xirab ji zarokên me û neviyên me ra bihêlim."

Weke Tirkiye em têgihiştineke gerdûnî diparêzin ku mirovan, ziman, ol û nijada wan çi be jî, bi mîhrebanî hembêz dike û wan di cewherê xwe de bi qîmet dibîne. Li herêmê û cîhanê ji bo bicihkirina bawerî, îstiqrar û aşitiyê emê hemî cure gavan bavêjin.

Bi vê boneyê ez dixwazim destnîşan bikim ku ew lûtkeya me li Stenbolê, 15ê mijdarê bi mebesta pêkanîna agirestê û gihandina alîkariyên mirovî bo herêmê bi beşdariya hevjînên serokdewlet û hikûmetan û nûnerên welatên li dar xist ji peyvê derxînin bo cîbicîkirinê. Em hewlên xwe ji bo wê yekê didomînin ku bi wê lûtkeyê raya giştî detsbikar bikin, înisiyatifeke wisa ava bikin ku bihêlin agirbest pêk were û pişt re bajarên Filistîniyan yên ku wêran bûne jinûve ava bikin.

Emê nebetilin, emê ranewestin. Çimkî xewneke me ya Filistînê heye. Xewneke wisa ye ku emê bihêlin zarokên Filistînî bê cudakriya bawerî û nijadî li qeraxên Xezeyê bi biratî destê hev bigirin. Xewneke ku zarokên Şerîeya Rojava, Qudsa Rojhilat û Xezeyê di nava aramî û aşitiyê de bi hev re bin. Îsraîl û Filistîna ku di nava aşitiyê de dijîn wê wisa were ku em hemî li ser soza ku em îro bidin û xebata ku em jê re bikin dimîne. Ji ber vê li vêderê careke din ez wê banga agirbestê û alikariya mirovî ya ku me 15ê mijdarê digel First Ladyan kiribû, dubare dikim. Ew rastiya ku me di 'Lûtkeya Yek Dilî ji bo Filistînê' de qîr kir, em ji hişê xwe dernexin: Kes di şer de serfiraz nabe, kes jî ji bo aşitiyeke adîlane tiştekî wenda nake.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın