Tirkiye

Efxanên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûn: Eskerên Îranê em kutan û danîn sînorê Tirkiyeyê

Mesut Varol, Necmettin Karaca, Şener Toktaş  | 28.07.2021 - Rojanekırın : 28.07.2021
Efxanên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûn: Eskerên Îranê em kutan û danîn sînorê Tirkiyeyê

Van

 Hin Efxanên bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûn îdia kirin ku eskerên Îranê pêşiyê ew kutan û paşê danîn sînorê Tirkiyeyê.

Koçberên bêdestûr ên welatiyê Efxanistan, Pakistan û Bangladeşê hin caran bi wesayîtan hin caran peyatî bi kîlomêtroyan rê dimeşin, pêşiyê tên Îranê û paşê jî bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê dibin. Koçberên bêdestûr di rê da jî bi bernameyên têlefonan bi hev ra têkiliyê datînin.

Koçberên gotin ku li xetên sînor ji bo neyên dîtin ji dora çeman û doxên avan ra bi komî derbasî Tirkiyeyê dibin, bi qaçaxçiyên ku pereyekî mezin didin ra jî li ser bernameya "îmo"yê têkiliyê datînin, dengan qeyd dikin û ji hev ra dişînin û bi cînîşanên li ser WhatsAppê tên şandin va jî rêya xwe dibînin.

Gulab Cemîliyê welatiyê Efxanistanê yê bi rêyên dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bû hat Wanê jî diyar kir ku ji ber pirsgirêkên li welatê xwe koçî Îranê kirin, eskerên Îranê miemeleyeke nebaş li wan kirin.

Cemîlî îdia kir ku eskerên Îranê êşkence li wan kirin û wiha axivî: "Hin hevalên me mirin. Pere û qiyafetên hinekên me ji me sitandin û paşê em avêtin sînorê Tirkiyeyê."

Cemîlî wiha pê da çû: "Piştî ku derbasî Tirkiyeyê bûn em ketin destê qaçaxçiyên merivan, ji me hezar dolar sitandin. Em ji hin ciyan peyatî derbas bûn, hin caran jî li wesayîtan siyar bûn. Qaçaxçiyên merivan bi bernameya WhatsAppê ji me ra cînîşanan dişînin. Em jî li gor vê rêya xwe tesbît dikin. Bi bernameya "îmo"yê ya têlefonê jî em ji hev ra deng qeyd dikin û dişînin."

Cemîlî got ku ew bi qasî meh û nîveke di rê da ne û wiha domand: "Eskerên Îranê li me xistin û em danîn ber sînorê Tirkiyeyê. Qaçaxçiyan jî ji ser WhatsApptê ji me ra cîderê şandin ûgotin hûnê biçin vê derê. Ew bi me ra nayên, ji ser bernameya imoyê deng dişînin û ji bo nimare neyên tespîtkirin jî li me nagerin. Herkes perîşane û em nizanin çi bikin. Li Efxanistanê şer heye. Dibistanên me dan ber bombeyan. Em li wê derê bisekinin şer bikin lê em ê bi kê ra şer bikin ew nediyere, bira bira dikûje. Em jî mecbûr man û hatin Îranê. Li Îranê jî gotin ku 'evder welatê we nîne' li me xistin û gotin 'herin Tirkiyeyê', misilmanek li misilmanekî wiha nake. Çekê didin nav eniya meriv."

- "Ewraqek dan û gotin bi kê derê va diçin herin"

Mihemed Tenhayê ji Efxanistanê ku penaberên ji Pakistan û Bangladeşê jî pê ra bûn û hatine Tetwana navçeya Bitlîsê diyar kir ku ew li welatê xwe rastî gelek zor û zehmetiyan hat û gelek xizmên wî can dan.

Tenha destnîşan kir ku li Îranê wezîfedarên ewlehiyê yên wan qefaltine dest danîne ser cil, pere û têlefonên wan û wiha domand: "Ev 4 roje ku min nan nexwariye. 45 roje em dimeşin. Em gihîştin vê derê. Li Îranê me girtin û 3-4 roj em di qereqolê da man. Paşê ewraqek dan me û gotin 'di nav 5 rojan da dixwazî here Stenbolê û dixwazî here Efxanistanê. Heke piştî 5 rojan em te biqefêlin em êdî te nadin' Li ser wê jî me berdan. Em jî hatin ser sînorê Tirkiyeyê. Ji bo bikaribin biçin Stenbolê jî li Îranê me pere da kesên qaçaxçîtiya penaberan dikin. Min 1200 dolar da, hevalekî min 1500 dolar daye. Me berê ji ser têlefonê bi hevalan ra xeberdida lê polêsên Îranê pere û têlefonên me hildan û avêtin agir. Me li vê derê hiştin û çûn. Îro di qamyonekê da em 220 kes razan. Em ji Wanê bi qamyonê hatin vê derê."

Şahîdullah Efxanê ji Efxanistanê jî got: "Min ray neda Eşref Xanî û ji min pirsîne ku 'te bi kîjan tiliyê ray avêt' û wan ew tiliya min jê kirin. Ez jî li ser wê reviyam û hatim Tirkiyeyê."

Hassen Kosar jî îdia kir, eskerên Pakistan û Îranê zilm li koçberên qefaltin kirin. Kosar diyar kir, ji bo eskerên Îranê wan nebînin, ew bi şev di rêyên veşartî da çûn û wiha got, "Min 1200 dolar da qaçaxçiyan û wisa hatim. Li welatê me şer heye, tu bibî hevalê kîjan aliyî, aliyê din tê û te dikuje. Em naxwazin bimrin, lewma em revîn û hatin. Heger şer nebûya em ê nehatana."

Seîd Mihemed Us jî diyar kir ku Talibanê li Efxanistanê her der bi dest xistiye, li her derî şer heye û wiha got, "Ez jî bi neçarî tevî malbata xwe revîm. Ez ji ser Pakistanê hatim Îranê. Ji ber erebe tunebû, em peya hatin. Ez bi qasî 10 rojî li Îranê mam. Me xwest em li Îranê bimînin, lê em qewirandin. Heta nan jî nedan. Eskerên Îranê li me dan, hevalekî me jî kuşt. Xwestin me bişînin Efxanistanê. Paşê em revîn, me hezar dolar da yekî Îranî û wî jî em anîn ser sînorê Tirkiyeyê. Em bi rêyên qaçax hatin Tirkiyeyê."

Murad Qureyşiyê Efxanistanî jî diyar kir, ew piştî rêwîtiyeke 25 rojan ji sînorê Tirkiyeyê bihurîn û hatin Wanê.

Qureyşî bal kişand ku di rê da hin hevalên wan ji ber tî û birçîbûnê mirin û wiha dewam kir, "25 roj e em di rêyan da ne. Em ji Efxanistanê derbasî Pakistanê bûn û ji wir jî derbasî Îranê bûn. Her wisa em ji ser Îranê ra jî derbasî Tirkiyeyê bûn. Hin hevalên me ji xilxileyan hatin xwarê, lingên xwe şikênandin, hinek hevalên me jî mirin."

Mihemed Hesen Raufî jî wiha got, "Li Efxanistanê şer heye. Em ji şer revîn hatin. Em pêşiyê çûn Pakistanê, ji wir jî em derbasî Îranê bûn û herî dawî jî em ji rêyên çiya derketin hatin Wanê."

Mutalib Deriya jî diyar kir ku di rê da wan pir zehmetî kişand, 2 hevalên wan mirin û wiha got, "Em birçî man, me nan nedît. Memleketê me şer heye. Ji bo hatinê me serê merivê hezar dolar pere da qaçaxçiyan. Wan em ji sînor derbas kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.