Tirkiye

Dîmenên êrîşa terorîstên YPG/PKKyî yên nû derketin

Dîmenên êrîşa YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku ji Sûriyeyê guleyên hewanê avêtibûn ser sivîlên li Nisêbîna navçeya Mêrdînê û bûbûn sedema şehîdbûna 8 sivîlan yên nû derketin

17.10.2019 - Rojanekırın : 17.10.2019
Dîmenên êrîşa terorîstên YPG/PKKyî yên nû derketin

Diyarbakir

 Dîmenên êrîşa YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku ji Sûriyeyê guleyên hewanê avêtibûn ser sivîlên li Nisêbîna navçeya Mêrdînê û bibûn sedema şehîdbûna 8 sivîlan yên nû derketin.

Dîmên ji hêla kamereya ewlehiya avahiyekê hat qeydkirin. Di dîmenan de dema ketina topên hewanê tê dîtin.

Di dîmenan da tê dîtin ku piştî guleyên hewanê dikevin teqîn çêdibe û avahî xirab dibin û hin welatiyê jî ji herêmê direvin.

Di dîmenan tê dîtin ku hin kes direvine avahiyeke din û dayikek jî zaroka xwe dide bersinga xwe û wê dipareze.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın