Tirkiye

Du terorîstên teşebûsa êrîşê dikirin hatin berterefkirin

Wezareta Parastina Neteweyî da zanîn ku di Herekata Pencikê da du terorîstên ku teşebûsa êrîşê kirin hatin berterefkirin

12.06.2019
Du terorîstên teşebûsa êrîşê dikirin hatin berterefkirin

Ankara

Di Herekata Pencikê ya ku li herêma Xakurka li bakurê Iraqê dewam dike da 2 terorîstên PKKyî yên ku teşebûsa êrîşê kirin hatin berterefkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina neteweyî hat dayîn komandoyên ku Herekata Pencikê didomînin demildest bersiva terorîstên PKKyî yên ku teşebûsa êrîşê kirin dan.

Komandoyan 2 terorîst berterefkirin û bi terorîstan ra 2 tifingên AK-47 û kameraya seriyan hatin bidestxistin.

Jimara terorîstên ku ji serê herekatê va hatin berterefkirin derket 45an.

Wezaretê dîmenên çek û cebilxaneyên hatin bidestxistin jî parve kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın