Tirkiye

Diyariyên eydê dan zarokên mexdûrê terorê

- Li Diyarbekirê bi alîkariya xêrxwazekî ji bo eydê kinc dan 100 zarokan

27.05.2018 - Rojanekırın : 28.05.2018
Diyariyên eydê dan zarokên mexdûrê terorê

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Li Sura navçeya Diyarbekirê ji 100 zarokên bûne mexdûrê terorê re ji bo eydê kinc hatin belavkirin.

Xêrxwazekî ku nexwest navê wî bê eşkerekirin xwest alîkariya zarokan bike. Ji bo vê li Dibistana Ziya Gokalpê merasimek hat lidarxistin.

Di merasimê de 100 zarokên bûne mexdûrê terorê kincên ku wek diyarî ji bo wan hatine kirîn, hildan.

Qaymeqamê Surê Abdullah Çîftçî di merasimê de got armanca wan ew e ku zarok bigîhîjin dahatûyeke baş, kenê li ser rûyê wan kêm nebe û ew di nav aştî û aramiyê de bijîn.

Sermufetişê Polêsan Ahmet Sula jî got li 5 bajarên herêmê bi 8 bernameyan va wan alîkarî daye 10 hezar xwendekaran.

Sula got ew li hember terorê têdikoşin û wan ji Diyarbekirê dest pê kiriye alîkariyê belav dikin û wiha axivî: "Me li Mêrdîn, Sêrt, Şirnex û Batmanê ev xebat dawî kir. Em îro car din li Diyarbekirê ne. Xêrxazekî ku çav da xebatên me xwest ku alîkariyê bike. Bi piştgiriya wî me jî ji zarokan re kincên eydê kirî. Ya ku em bêndê ne diayên van zarokan e."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın