Tirkiye

"Dixwazin rê li ber hişyarbûna me ya sedsalî bigirin"

Nihat Kavşut  | 19.09.2020 - Rojanekırın : 20.09.2020
"Dixwazin rê li ber hişyarbûna me ya sedsalî bigirin"

Istanbul

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Dixwazin Tirkiye cardin bi meseleyên xwe yên navxweyî ra biheyire û rê li ber hişyarbûna me ya sedsalî bê girtin."

Erdogan li Qesra Vehdeddîn bi weşana zindî beşdarî Merasima Vekirina Beşa 5an ya Rêbeja Marmaraya Bakur bû.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got piştî ku me projeya Kinali-Tekirdag-Çanakkale-Balikesîrê temam kir ku Pireya Çanakkaleyê ya 1915an jî di nav da ye wê Marmara û Anadoluya Rojava bi rêbejê dorpêç bibe.

Erdogan diyar kir beşa Gebze-Îzmitê ya ji xizmetê ra hat vekirin di heman demê da wê barê Rêbeja TEMê û Rêbeja D-100î jî sivik bike û got ku ev jî tê wê meneyê ku siqletiya li guzegeha Stenbol-Enqereyê jî kêm dibe.

Serokomar Erdogan destnîşan kir dixwazin Tirkiye cardin bi meseleyên xwe yên navxweyî ra biheyire û rê li ber hişyarbûna wan ya sedsalî bê girtin û wiha axivî: "Gava 10 sal berê em bi hedefên 2023yan derketin pêşberî gelê xwe derdê hin kesan hilbijartina çend meh bi şun da bû. Her çiqas di ser ra evqas zeman derbas bûbe jî li hemberî me hê jî hişmendiya siyasî ya tenê ji hilbijartinan fehm dike heye."

Erdogan destnîşan kir di çaryeka sêyemîn ya salê da hilberîna xwe domandine û bandora şewbê (Kovîd-19) bi piranî berteref kiririne û got ku bi saya fînansa maqûl ku me peyda kir di warê avahî û wesaîtan da rekor li ser hev tên.

Serokomar Erdogan diyar kir ji meha Nîsanê ku nexweşî zêde bû vir da hejmara kesên hatine îstixdamkirin zêde dibe û wiha peyivî: "Di heyama pêş da wê îstixdam hê zêdetir bibe. Înşellah em ê çaryeka sêyemîn bi rêjeyeke pêşketinê ya baş temam bikin ku wê hemû derdor jê xweş bin."

Erdogan di axaftina xwe da got ku em ê bi serkeftina xwe bersivê bidin kesên Tirkiyeyê bi Afrîkayê û quncên Amerîkaya Başûr ra di heman kategoriya notan da dinirxînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın