ANKARA
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyanî da rojnamevanan û bersiva pirsên wan da. Bulent Arinç wiha axivî: "Wezareta me ya Edaletê ya ne tenê der barê bûyera HSYKê de tiştên hewce bike. Wezaret dê der barê kirina dozgerên ku derketin ber deriyê dadgehê û hewl dan ku daxuyaniyan belav bikin de, der barê kesên ku tiştên di dosyeyên mohrkirî li der ve belav kirin de, helbet der barê ew kesên ku ligel talûkeya kaosê peywira xwe xirab bi kar anîn de, ji bo daraz û qanûnê çi hewce dike dê demildest bike û bi cî bîne."
Mijarên CMKyê nehatin guhertin
Arinç diyar kir ku mijarên di Qanûna madeyên Cezayê de nehatin guhertin û nexistin şiklekÎ nû. Kirineke bi vî awayî tuneye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Tu xebatên Wezareta Edaletê yA di vê mijarê de tuneYe. Îadeya darizandinê wek maweyê wekî saziyeke hiqûqî heye. Dema ku şert û merc çêbûn rayedar jî dikarin vê daxwazê bikin. Nexwe bi bûyerên rojane re peywendî danîn û gotina "Aha ji ber vê yekê divê ji nû ve bên darizandin" tenê derbirîna daxwazekê ye, her hal hiqûqîbûna wê tê nîqaşkirin."