Tirkiye

Dijî pêkhateya "Ewropa"yê ya FETOyê operasyon

Nihat Kavşut  | 07.12.2019 - Rojanekırın : 08.12.2019
Dijî pêkhateya "Ewropa"yê ya FETOyê operasyon

Ankara

 Di lêpirsîna dijî pêkhateya "Ewropa"yê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ya di nav Wezareta Karên Derva da ji 29 gumanbarên ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê wan da biryara binçavkirinê hatibû derxistin 10 kes hatin qefaltin.

Ekîbên Şaxa Dijî Sûcên Malî ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê di encama xebatên analîzkirina naverokên bernameya ByLockê da tesbît kirin ku xebatkarekî Wezareta Karên Derva bernameya navborî emilandiye.

Ekîbên ewlehiyê lêpirsînê berfireh dikin û tesbît dikin ku E.Ş.yê "îmamê mehrem" yê rêxistinê yê di Wezareta Karên Derva da bi navê "Pazarlamacilar" komeke ByLockê çêkiriye.

Piştî ku agahiyên hatin peydakirin bi rayedarên Wezareta Karên Derva ra hatin parvekirin tevî agahiyên Wezareta Karên Derva endamên FETOyê yên komê da hatin tesbîtkirin.

Di nav gumanbarên hatin tesbîtkirin da kesên li balyozxaneyên Riyad, Berlîn û Parîsê di bin banê Wezareta Karên Derva da xebitîne û peyra wezîfeya xwe li Enqereyê berdewam kirine jî hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın