Tirkiye

Dijî PKKya rêxistina terorê li 3 bajaran "Operasyona Qiranê"

Hat ragihandin ku Wezareta Karên Navxweyî li Hekarî, Şirnex û Wanê dijî rêxistina terorê bi beşdariya cendirme, yekeyên esayîşê û gundparêzan "Operasyona Qiranê" da destpêkirin

19.08.2019 - Rojanekırın : 20.08.2019
Dijî PKKya rêxistina terorê li 3 bajaran "Operasyona Qiranê"

Ankara

Hat ragihandin ku Wezareta Karên Navxweyî li Hekarî, Şirnex û Wanê dijî rêxistina terorê bi beşdariya cendirme, yekeyên esayîşê û gundparêzan "Operasyona Qiranê" da destpêkirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê, li devera çiyayî ya Hekarî, Wan û Şirnexê ji duh pê va bi navê "Qiranê" operasyonê dest pê kir û Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Arif Çetîn bixwe ji Hekariyê operasyonê bi rê va dibe.

Digel Çetîn Fermandarê Şaxartêşê yê Cendirme Esayîşa Wanê Tumgeneral Haci Îlbaş wek fermandarê operasyonê wezîfeyê dike.

Li Hekariyê Tuxgeneral Nurî Ozturk, li Wanê Tuxgeneral Yavuz Ozfîdan û li Şirnexê jî Mîralay Tahsîn Saruhan wek fermandarên operasyonê li erazî ne.

Operasyon ji bo berterefkirina terorîstên ku li gor tesbîtê li Kavaklî, Armutlî, Taşbaşî, Sutçuler, Ceylanlî, Oxul, Ordeklî, Kirikdax, Doxanlî, Çîmenlî, Geçîtlî, Demîrlî, Faraşîn, Kato Marînos û Yalincayê fealiyetê dikin, ji bo kontrolkirina zozan û çil û çiyan û koçeran tê kirin.

Di çarçoveya operasyonê da li sê bajaran 129 tîmên operasyonel ên ku ji cendirme, polêsên harekata taybet û gundparêzan pêk tên, wezîfeyê dikin.

- Zozan û çol tên kontrolkirin

Di çarçoveya operasyonê da heta niha li zozanên Berçelan, Îdelî (Sergeldî), Seyîtlî, Guzelhatun (Ordeklî), Haciato, Kaval, Çaltepe, Kavaklî, Keftan, Ulebera, Çelkî, Gulkî, Kanîkil, Mendî, Samura (Ceylanlî), Melîh, Ger, Dîleklî (Oxul) yên Hekariyê û çolên Şîve û Bîreyê hatin kontrolkirin.

Li Kavaklî, Armutlî, Taşbaşî, Sutçuler, Ceylanlî, Oxul, Ordeklî, Kirikdax, Doxanli, Çîmenlî, Geçîtlî, Demirliyê 15 şikeft û sitargeh hatin îmhekirin.

Li Şirnexê li zozanên Faraşîn, Doxanyol, Genyasurî, Cevîzdîbî, Cemîlaxa, Lalişê jî ji bo girtina terorîstan fealiyet hatin kirin.

Li herêmên Faraşîn, Qato Marînos, Çiyayê Şivên û Çiyayê Turemîşê 12 şikeft û sitargeh hatin îmhekirin, li zozanên Wanê yên Yalincak, Çetkelî, Tanbîlîk, Sicaksû, Topçudexîrmenî, Erkînus, Şêxmûnîlîs û Nebirnavê ekîban cihên ku îhtimala sitarbûnê lê heye yek û yek kontrol kirin.

Li herêmên Çiyayê Bulxurliyê, Yalincakyayla, Zozanê Topçudexîrmenî, Girê Kevîpirê 16 şikeft/sitargeh hatin îmhekirin.

- 43 şikeft/sitargeh hatin îmhekirin

Di hemû operasyonan da alavên endamên rêxistina terorê ya cihêkar hatin îmhekirin.

Di operasyonan da heta niha bi tevahî 43 şikeft/sitargeh hatin îmhekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.