Tirkiye

Dijî personelên berê yên Fermandariya Hêzên Esmanî operasyona FETOyê

Di lêpirsîna FETOyê da ji 19 personelên berê yên Fermandariya Hêzên Esmanî ku der barê wan da biryara qefaltinê hatibû derxistin 15 kes hatin binçavkirin

20.08.2019 - Rojanekırın : 20.08.2019
Dijî personelên berê yên Fermandariya Hêzên Esmanî operasyona FETOyê

Ankara

Di lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê tê meşandin ji 19 personelên berê yên Fermandariya Hêzên Esmanî ku der barê wan da biryara qefaltinê hatibû derxistin 15 kes hatin binçavkirin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di lêpirsîna FETOyê da der barê 19 personelên berê yên Fermandariya Hêzên Esmanî da biryara binçavkirinê hat derxistin û li ser telîmatê ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê li Stenbol, Îzmir, Samsun, Erzirom, Diyarbekir, Balikesir û Çanakkaleyê derketin operasyonê.

Hat destnîşankirin di operasyonan da ji 19 personelên berê yên Fermandariya Hêzên Esmanî ku der barê wan da biryara qefaltinê hatibû derxistin 15 kes hatin binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.