Tirkiye

Digel astengkirinên rêxistina terorê "Projeya Rê û Tunela Erûh-Findikê" dewam dike

"Projeya Rê û Tunela Erûh-Findikê" ku 4 bajaran bi hev va girê dide û PKKya rêxistina terorê bi salan asteng kir ku neyê çêkirin, bi lez û bez dewam dike.

15.09.2020 - Rojanekırın : 17.09.2020
Digel astengkirinên rêxistina terorê "Projeya Rê û Tunela Erûh-Findikê" dewam dike

Siirt

 "Projeya Rê û Tunela Erûh-Findikê" ku 4 bajaran bi hev va girê dide û PKKya rêxistina terorê bi salan asteng kir ku neyê çêkirin, bi lez û bez dewam dike.

Parlamenterê Sêrtê yê AK Partiyê Osman Oren bi Serokê Bajêr ê Sêrtê yê AK Partiyê Ekrem Olgaç û Midûrê Herêma 9em a Rêbejan Okkeş Ceylan ra xebatên pire, rê û tunelan ên ku li Erûhê çêkirina wan dewam dike, di cî da tedqîq kirin.

Oren der barê xebatan da ji rayedarên fîrmayê agahî hilda û diyar kir ku digel hemû astengkirinên PKKya rêxistina terorê xizmetên gîhandin û binesaziyê bi lez û bezeke mezin dewam dikin.

Osman Oren diyar kir, bi kutabûna projeyê va rêya navbera Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û Wanê wê 2 saetan kin bibe û wiha dewam kir:

Pire û rêya Perwarî-Begendîkê ku veberhênana herî mezin a vê herêmê bû, kuta bû. Rê û tunela Sêrt-Erûhê ku wê ser Guçlukonakê ra here Cizîrê û ji wir jî ser Dargeçîtê ra here Mêrdînê. Wek şêniyên vê herêmê me ji destê terorê pir kişand. 40 sal bûn ji ber terorê veberhênan nedihatin kirin, niha dest pê kirin. Rê medeniyet e. Cihê ku medeniyet lê hebe, tevger çêdibe, bazirganî zêde dibe. Xebatên rê ku ji projeyên herî mezin a îqtidara me ye, wê herêmê şên bike û pêş bixe, teror jî wê biqede. Li herêmê piştî hizûr çêbû aborî wê xurt bibe û tu kes wê bê kar nemîne."

Serokê Bajarê Sêrtê yê AK Partiyê Olgaç jî got ku bihayê xebatên gîhandin û binesaziyê yên ku li Sêrtê dewam dikin, bi tevahî 3 milyar û 150 milyon lire ye.

Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Mîla Vejenê Ferhat Olmez jî diyar kir ku projeya ku bihayê wê 400 milyon lire hatiye plankirin, wê dawiya salê were temamkirin û wiha dewam kir, "Piştî ku rê û projeya tunelê ya 4 hezar û 200 mêtreyî ji bo xizmetê hat vekirin, bi kutabûna projeyên me yên din va herêm wê şên bibe û ji bo aboriyê baş bibe."

Midûrê Projeyê Onur Metîn jî got ku rê 60 kîlomêtre ye û tê da 2 tunel hene, 10 jê endezyar, 150 jê ji Erûhê bi tevahî 300 personel di projeyê da hatine îstixdamkirin, her wiha bi 140 makîneyên kar va du wardiye dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.