Di xeta YHTyê ya Enqere-Sêwasê da ajotinên ceribandinê dê bên kirin
Hat ragihandin ku dê hin beşên xeta Trêna Bilez (YHT) a Enqere-Sêwasê da dê ajotinên testê bên kirin.
Sivas
Hat ragihandin ku dê hin beşên xeta Trêna Bilez (YHT) a Enqere-Sêwasê da dê ajotinên testê bên kirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Sêwasê da hat gotin ku "Ji bo ku seravayî û karên mekanîk ên projeya YHTyê ya Yerkoy-Sêwasê ya ku di çarçoveya Projeya YHTyê ya Yerkoy-Sêwasê da cî digirie di dîroka hat hedefkirin, plankirin û xwestin da bê temamkirin, berdewamiya xizmetên gihandin, îmalat û kontrolê bê pêkanîn dê ji 25ê cotmeha 2020an pê va ji saet 08.00ê pê va di navbera Yerkoy-Yozgat-Sorgun-Akdaxmadenî-Yildizelî-Sêwasê da bi 325 kw vejenê va dest bi ceribandina trênê bikin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di guzergaha hat diyarkirin da ji bo ku zirar negihêje can û malê welatiyan hat qedexekirin ku welatî nêzî xeta trênê bibin, li bin xeta katenerê bigerin, destê xwe bidin kabloyên raguhêz û derkevin ser dîregên ceyranê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.