Tirkiye

"Di teslîmata S-400an da tu pirsgirêk tuneye"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bona teslîmata S-400an wiha got: "Tu pirsgirêk tuneye. Pêvajo wê ji vir û pê da jî baş dewam bike."

Nihat Kavşut   | 12.07.2019
"Di teslîmata S-400an da tu pirsgirêk tuneye"

Ankara

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bona teslîmata S-400an wiha got: "Tu pirsgirêk tuneye. Pêvajo wê ji vir û pê da jî baş dewam bike." 

Çavuşoglu bi Ignazîo Cassisê Wezîrê Karên Derva yê Swîsreyê ra piştî hevdîtinên dualî û di nav lijneyan da li Avahiya Fermî ya Wezareta Karên Derva di daxuyaniya hevbeş ya çapemeniyê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li ser pirsa neqilkirina melzemeyên koma ewil ya pergala S-400î ku îro bal bi Meydana Esmanî ya Murtedê dest pê kir wiha got: "Peyman qediyaye û pêvajo dewam dike. Em van karan kordîne dikin. Destûra balafiran û destûra personelên ku wê werin, di van mijaran da pêvajo dewam dike. Jixwe Wezareta Parastina Neteweyî daxuyanî da. "Tu pirsgirêk tuneye. Pêvajo wê ji vir û pê da jî baş dewam bike." 

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın