Tirkiye

Di telefon û komputerên şikbarên doza Kobanê da dokumanên rêxistinî hatin tesbîtkirin

Di telefon, komputer û hard dîskên şikbaran da wêne û dokumanên PKK, YPG û YPSya rêxistinên terorê hatin tesbîtkirin

Tanju Özkaya  | 06.05.2021 - Rojanekırın : 08.05.2021
Di telefon û komputerên şikbarên doza Kobanê da dokumanên rêxistinî hatin tesbîtkirin

Ankara

 Di doza Kobanê ya Hevserokên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî nav da qaşo rêvebirên payebilind ên PKKya rêxistina terorê tên darizandin da hin delîlan di dosyeyê da cih girt. Di van delîlan da belge û wêneyên PKK, YPG û YPSyê hene.

Nûçegihanê AAyê ji dosyeya dozê hin agahî berhev kirin ku li gor van agahiyan di komputer, telefonên berikê û flash dîskên şikbaran da gelek dokumanên bûne delîl hatin tesbîtkirin.

Li gor lêkolînê, ev delîlên dijîtal ji belge û wêneyên rêxistinên terorê yên PKK, YPG û YPSyê pêk tên.

Ji bilî vê di mal û kargehên gelek şikbaran da pirtûkên Abdullah Ocalanê Serokê PKKyê û endamên rêxistinê hatin bidestxistin.

Di komputera şikbarê girtî Bulent Barmaksiz da wêneyên endamên rêxistinên terorê yên PKK, YPG û YPSyê û nivîsên propagandaya terorê dikin hatin bidestxistin.

Barmaksiz di îfadeya xwe da ji dozger ra got ew nizane ev wêne û dokuman çawa li ser dîsca wî hatiye barkirin, ew ne yên wî ne û der barê pirtûkên Ocalan da jî got wî nizanibûye ku ew pirtûk qedexe ne.

Barmaksiz anî ziman dema bûyerên Kobanê ew endamê MYKyê yê HDPyê bûye, tu eleqeya wî bi PKKyê ra tune û wiha dewam kir: "Ez wek merivekî xwendî û difikire xwedî hin fikr û ramanan im. Ji ber vê ez dijî kapîtalîzmê me û merivekî sosyalîst im. Bi PKK/KCK, Abdullah Ocalan û YPGyê ra tu eleqeya min tune. Der barê peymana KCKyê û sazûmaniya wê da tu agahiya min tune û min berê jî nebihîstiye."

- Dîmenên merasimên cinazeyan ên PKKyiyan

Di telefona Şaredarê berê yê Qersê Ayhan Bîlgenê niha girtiye da jî wêneyên Ocalan, qaşo serokê PYDyê Salih Muslim û Serokê HSDyê Ferhad Ebdî Şahînê navê wî yê kod Mazlum Kobanî ye hatin tesbîtkirin.

Di têlefonê da dîmenên merasima cinazeyê terorîstê PKKyî yê hatibû berterefkirin hat tesbîtkirin.

Bîlgen di îfadeya dozgeriyê da xwe wekî parêzvanê mafên mirovan da nasîn got diparêze ku bêyî tundî her kes mafê xwe yê civîn, çalakî û meşê bi kar bîne û wiha pê da çû: "Di nav sazîbûna KCkyê da tu wezîfeyeke min tune. Der barê sazîbûna navenda siyasî ya KCKyê da jî agahiya min tune."

Li mala Emîne Aynaya bersûca girtî pirtûkên tê îdiakirin Ocalan nivîsîne, pirtûkeke nameyên ji Ocalan ra hatine şandin û pirtûkeke ku dadgehê qedexe kiriye hatin girtin.

Hat tesbîtkirin ku li cem Emîne Beyza Ustunê pitrûka xebatên rêxistinê, li cem Ayla Akat Atayê weşanên ji ber propagandaya rêxitinê hatine qedexekirin, li cem Dîlek Yagliyê jî di kartêke kompîterê da wêneyên PKKyiyên nasnameya wan nehatin tesbîtkirin hene.

- Nota bi îmzeya Ocalan

Li mala Altan Tanê Parlamenterê Diyarbekirê yê berê yê HDPyê noteke di binî da îmzeya Abdulah Ocalanê serkeşê rêxistinê heye hat dîtin. Di note ji bo Tan hatiye nivîsandin da wiha hatibû nivîsandin: "Ji Altan Tanê şopînerê mezin ê pêşeroja me ya dîrokî ra silav û hurmet."

Wekî mayîn di pirtûkxaneya Tan da pirtûkên Fetullah Gulenê serkeşê FETOyê yên wergerandine Kurdî hebûn.

Tan di îfadeya dozgeriya da got ku di dema parlementeriya wî da pirtûk û weşan jê ra dihatin şandin û wiha pê da çû: "Eva pirtûkan (yên Gulen) jî hatibûn şandin. Di dema hê nehatibûn qedexekirina da hatine şandin. Xebera min tune ku hatine qedexekirin. Di pirtûkxaneya min a li Diyarbekirê da kêm û zêde 5 hezar pirtûk hene. Dema hatiye dibe ku min jî danîbe pirtûkxaneyê. Wekî mayîn qesdeke min tune."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın