ADANA
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Serokatiya Daîreya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê berhev kir, di nav mehên rêbendan û îlonê de 276 hezar û 215 qezayên trafîkê pêk hatin.
Di encama qezayan de 2 hezar û 704 kes mirin, 241 hezar û 277 kes jî birîndar bûn.
Di qezayan de qisûra herî mezin ya şofêran e. 106 hezar û 186 qeza di encama xeletiya şofêran de çêbûn. Di 12 hezar û 684 qezayan de jî peyarê bi qisûr in. Di qezayên şofêran de sedema sereke sûret e.