Tirkiye

Di pûsûlaya hilbijartinê da cihê partî û tîfaqan diyar bûn

Di pûsûlaya ku wê di Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 27emîn da were bikaranîn da "Tifaqa Cumhûr" wê di rêza yekemîn, "Tifaqa Milet" jî di rêza şeşem da cih bigre

İbrahim Atmaca  | 20.05.2018 - Rojanekırın : 21.05.2018
Di pûsûlaya hilbijartinê da cihê partî û tîfaqan diyar bûn

Ankara

ANKARA

Di pûsûlaya ku wê di Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Heyama 27emîn da were bikaranîn da "Tifaqa Cumhûr" wê di rêza yekemîn, "Tifaqa Milet" jî di rêza şeşem da cih bigre.

Lijneya Bala ya Hilbijartinê ji bo ku di pûsûlayên reyê da cihê tifaq û partiyên siyasî kifş bikin, pişk avêt.

Hatibû daxuyandin ku AK Partî, BBP, BTP, CHP, DP, HDP, HUDA PAR, ÎYÎ Partî, MHP, Partiya Saadetê û Partiya Vatanê wê têkevin hilbijartinê.

Lê BBPya ku piştgiriyê dide "Tifaqa Cumhûr" û DPya ku piştgiriyê dide "Tifaqa Milet" biryar dan ku bi tena serê xwe nekevin hilbijartinê û ji ber vê jî wê di pûsûlaya reyê da cih negrin.

Ji bo "Tifaqa Cumhur" ku AK Partî û MHPê çêkir û BBPê piştgiriyê didê, "Tifaqa Millet" ku CHP, ÎYÎ Partî, Partiya Saadetê û Partiya Demokratê (DP) çêkir û BTP, HDP, HUDA PAR û Partiya Vatanê pişk hat avêtin.

Li gor avêtina pişkê di rêza yekemîn a lîsteyê da "Tifaqa Cumhûr", di rêza dawîn da jî "Tifaqa Millet" wê cih bigre.

HUDA PAR wê di rêza duyemîn, Partiya Vatanê di rêza sêyemîn, HDP di rêza çaremîn û BTP jî di rêza pêncemîn da têkeve hilbijartinê.

Seba partiyên ku tifaq çêkirine jî cuda peşk hat avêtin ku di nav tifaqê da rêza wan diyar bibe. Li gor avêtina peşkê di "Tifaqa Cumhûr" da rêza AK Partiyê ya yekem, ya MHPê ya duyem derket.

Ji bo "Tifaqa Milet" jî ji CHPê ra rêza yekem, ji Partiya Saadetê ra rêza duyem, ji ÎYÎ Partiyê ra rêza sêyem derket.

Serokê Lijneya Bala ya Hilbijartinê Sadî Guven beriya avêtina pişkan daxuyanî da û got ku ji 20ê gulanê pê va li nav welêt 56 milyon û 329 hezar û 38, li derveyî welêt jî 3 milyon û 47 hezar û 409 hilbijêr; bi tevahî 59 milyon û 376 milyon û 447 hilbijêr hene, li welêt texmînî hejmara sindoqan 180 hezar û 874 e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.