Tirkiye

Di Otoyola Anadoluyê da otobêsa rêwiyan û tir li hev ketin: 37 birîndar

Di Otoyola Anadoluyê li aliyê Çiyayê Boluyê da otobêsa rêwiyan ji para va li tirê xist û 37 kes birîndar bûn

İbrahim Atmaca  | 18.08.2019 - Rojanekırın : 19.08.2019
Di Otoyola Anadoluyê da otobêsa rêwiyan û tir li hev ketin: 37 birîndar

Düzce

Li Duzceyê otobêsa rêwiyan li tirê ket û 37 kes birîndar bûn.

Li gor agahiya ku hat hildan, otobêsa rêwiyan a ku Hîlmî Gunduz diajot, plaqeya wê 34 VKF 21 e û ji Stenbolê diçû Diyarbekirê, di Otoyola Anadoluyê li aliyê Çiyayê Boluyê da ji para va li tira ku Îsmaîl Ozdemir diajot, plaqeya wê 27 GA 076 e û ber bi Enqereyê va diçû, xist.

Di qezayê da 37 kesên ku di otobêsê da bûn, birîndar bûn.

Li ser cabdayîna kesên derdorê ekîbên polês, îtfaiye û tenduristiyê sewqî herêmê kirin û ji bo derxistina şofêr Gunduzê ku di otobêsê da asê bûbû, xebat dan destpêkirin.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên Duzce û Boluyê û hat gotin ku rewşa 3 birîndaran giran e.

Ji ber qezayê çûyîna ber bi aliyê Enqereyê va bi kontrolî ye û wesayît ji şirîtekê ra diçin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın