Tirkiye

Di operayona dijî PKKyê da 18 şikbar hatin binçavkirin

Li Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da hevserokên berê yên DBPyê Mehmet Arslan û Gulcîhan Şimşek û Parlamentera HDPyê ya berê Ayla Akat Ata jî di nav da 18 kes hatin binçavkirin.

22.05.2020
Di operayona dijî PKKyê da 18 şikbar hatin binçavkirin

Diyarbakir

Li Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da hevserokên berê yên DBPyê Mehmet Arslan û Gulcîhan Şimşek û Parlamentera HDPyê ya berê Ayla Akat Ata jî di nav da 18 kes hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê li dijî kesên agahî hat hildan an jî hin kesan şahidî kirin ku beşdarî meşên dereqanûnî yên DBPyê û saziyên têkildar bûne, çûne çalakiyên rûniştinê, protestoya qeyuman, tevlî civîna çapameniyê, cinaze û serxweşiya rêxistinê bûne û operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê, qaşo tecrîtkirina Abdullah Ocalanê serkêşê rêxistinê protesto kirine lêpirsîn dan destpêkirin.

Midûriyeta Ewlekariya Bajêr operasyon bir ser navnîşanên hatibûn tesbîtkirin û di operasyonê da hevserokên berê yên DBPyê Arslan û Şimşek û Parlamentera HDPyê ya berê Ata jî di nav da 18 kes binçav kirin.

Di lêgerîna li navnîşanan da têlefon, tablet, gelek kovar û pirtûkên ji bo wan biryara binçavkirinê hatine dayîn, ajande, kartên têlefonan, hard dîsk, kompîterên desta, tabloyên naveroka wan da agahiyên rêxistinê hene, kartpostal, dokumanên rêxistinê û bandên vîdeoyan hatin girtin.

Karûbarên li ewlekariyê yên şikbaran hê dewam dikin.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın