Di Operasyona Narkoterorê ya Eren Abluka-34ê da milyon û 681 hezar kok kinf hat qefaltin
Ankara
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di Operasyona Narkoterorê ya Eren Abluka-34an a li Diyarbekirê tê kirin da milyonek û 681 hezar kok kinf, 28,2 kîlogram jî esrara hûr, hat qefaltin.
Wezaretê di daxuyaniya weşand da ragihand ku Operasyona Narko Terorê ya Eren Abluka-34 (Lice/Uçdamlar) Şehît Cendirme Çawişê Pispor Mustafa Sari li 18 ciyên gundewarê Taxa Konukluya ser navçeya Liceyê dewam dike.
Hat gotin ku di roja sêyemîn a operasyonê da 28,2 kîlogram esrara hûr û milyonek û 681 hezar û 600 kok jî kinf hat qefaltin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku di sê rojên operasyonê da bi tevahî 10 milyon û 530 hezar û 930 kok kinf, 803,2 kîlogram esrar û 648 hezar û 200 kok jî skunk hat qefaltin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.