Tirkiye

Di operasyona narkoterorê ya li Diyarbekirê da 710 hezar kok kirkirk bi dest ket

Di operasyona narkoterorê ya li dor û berê Liceya navçeya Diyarbekirê hat kirin da 710 hezar kok kirkirk hat bidestxistin.

29.05.2020
Di operasyona narkoterorê ya li Diyarbekirê da 710 hezar kok kirkirk bi dest ket

Diyarbakir

 Di operasyona narkoterorê ya li dor û berê Liceya navçeya Diyarbekirê hat kirin da 710 hezar kok kirkirk hat bidestxistin.

Walîtiyê di daxuyaniya xwe da ragihand ku Fermandariya Cenderme ya Bajêr têkoşîna li hemberî PKKya rêxistina terorê û çavkaniyên wê yên fînansî bênavber didomîne.

Hat gotin ku li herêmê ji bo tespîtkirina hişbir û kesên ew veşartine bên dîtin li dor û berên gundên Bîrlîk, Tepe û Budakê operasyona narkoterorê ya dest pê kiribû bi serfirazî temam bû.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di opesyonê da li 14 cihên cuda bi tevahî 710 kok kirkirk, 2 hezar û 620 metre xortoma avê, jenerator, 6 motorên avê, qabloya ceyranê ya 90 metreyî, werîsê ji pola yê 75 metre hat bidestxistin.

Walîtiya Diyarbekirê di daxuyaniyê da wiha got: "Li seranserê welêt di operasyoneke heta gulana 2020î hat kirin da cara ewil e evqas kirkirk hat bidestxistin û ew li cihê lê hêşîn dibû hat îmhekirin û rê li ber jehrîbûna bi milyonan welatiyên me hat girtin. Li herêma kirkirk ajotî 2 kes hatin binçavkirin û ew muameleyên edlî yên der heqê wan da jî dest pê kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.