Tirkiye

Di operasyona MÎTê da terorîstê PKKyî ku bi bultena sor lê digeriyan hat berterefkirin

20.10.2020 - Rojanekırın : 21.10.2020
Di operasyona MÎTê da terorîstê PKKyî ku bi bultena sor lê digeriyan hat berterefkirin

Ankara

Di operasyona bi îstixbarata MÎTê ra Ahmet Balê qaşo berpirsiyarê îstixbarata Metînayê yê PKKyê ku bi bultena sor lê digeriyan hat berterefkirin.

Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê bi saya tora îstixbaratê ya li herêmê MÎTê tesbît kir ku Ahmet Balê bi nasnavê "Dara Kato" wê bi hin endamên PKKyê ra civîneke veşartî bike û ciyê civînê piştrast kir.

MÎTê û Hêzên Artêşa Tirkiyeyê di operasyona çend roj berê da Ahmet Bal û 4 terorîstên pê ra berteref kir.

- Ji hêla MÎTê va dihat şopandin

MÎTê tesbît kir ku Ahmet Balê di navbera salên 2018-2019an da ji Sûriyeyê teqemî û terorîst derbasî Tirkiyeyê kirine û bi wezîfedarkirineke taybet îsal hatiye Metînayê û der barê operasyonên eskerî yên Tirkiye li herêmê dimeşîne da agahî kom kiriye.

Ahmet Balê di 2009an da tevlî PKKyê bûye heta 2015an li nav welêt beşdarî gelek êrîşên dijî hêzên ewlehiyê bûye. Di 2018an da derbasî Sûriyeyê bûye û di nav xebatên Yekîneyên Parastina Sivîl da cî girtiye. Berpirsyariya kesên ku ji Sûriyeyê teqemî û terorîstan derbasî Tirkiyeyê dikin kiriye û îsal di meha Çileyê da bûye qaşo berpirsiyarê îstixbarata Metînayê yê PKKyê û têkiliyên bi gel ra û der barê operasyonên Tirkiyeyê yên li Heftanîn û Metînayê da agahî kom kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın