Tirkiye

Di operasyona li Qersê da rêvebirên şaredariyê yên HDPyî jî di nav da 19 kes hatin binçavkirin

Di operasyona li dijî PKK/KCKya rêxistina terorê hat kirin da Alîkarên Şaredarên Qersê Şevîn Alaca û Muazzez Çagritekîncî jî di nav da hin kes hatin binçavkirin.

Abdullah Tel  | 01.10.2020 - Rojanekırın : 02.10.2020
Di operasyona li Qersê da rêvebirên şaredariyê yên HDPyî jî di nav da 19 kes hatin binçavkirin

Ankara

Di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku li Qersê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê tê birêvebirin da Alîkarên Şaredar, serokên bajêr û navçeyan ên HDPyê jî di nav da 19 kes hatin binçavkirin.

Li gor agahiyên hatin hildan di çarçoveya lêpirsîna terorê ya ku Serdozgeriya Komarê ya Qersê birêva dibe da Alîkarên Şaredarê Qersê Şevîn Alaca û Muazzez Çagritekîncî, endamên meclisa şaredariyê yên HDPyî, endamên Meclisa Giştî ya Bajêr a HDPyê, Serokê Bajêr ê HDPyê Cengîz Anli û hin rêvebirên partiya HDPyê yên navçeyan jî tev bo 19 kesan ji ber sûcê "endamê rêxistina terorê ya çekdarî" ne biryara binçavkirinê hat derxistin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr a Qersê serê sibehê bi operasyonên hevdem girtin ser navnîşanên 19 kesan, li malên wan û avahiya Bajêr a HDPyê û avahiya Şaredariyê jî lêgerîn û kontrolan kirin.

Hat tespîtkirin ku gumanbarên hatine binçavkirin di sala 2014-2015an da li herêma Çemçe-Madura ser navçeya Qaxizmanê çûne konê qaşo aştî û mertalê zindî ya ku PKKya rêxistina terorê vegirtibû, li herêmê ji bo endamên rêxistinê amûrên jiyanê temîn kirine û beşdarî merasima vekirina "qaşo şehîdgeh"ê bûne.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın