Tirkiye

Di operasyona FETO ya ku navenda wê Stenbol e da 14 binçavkirî

Ji 28 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsînê da ji bo wan biryara binçavkirinê hatibû dayîn, ji bo girtina 14 kesan xebat dewam dikin

İbrahim Atmaca  | 11.02.2020 - Rojanekırın : 11.02.2020
Di operasyona FETO ya ku navenda wê Stenbol e da 14 binçavkirî

Istanbul

 Bi hinceta ku di nava Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY) hin wezîfe kirine û bikarhênerên "ByLock"a bernameya agahdariyê ya bişîfre a rêxistinê ne, der heqê 28 gumanbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn û jê 14 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da li gor beyanên ku di nav rêxistina terorê da wezîfeyên wek qaşo "abê/ableya mehrem", "îmamê herêmê yê mezin", "berpirsê lîseyê yê herêmê", "berpirsê xwendekaran ê herêmê yê mezin", "berpirsê esnafan ê herêmê" kirine û "ByLock" bi kar anîne, der heqê 28 gumanbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li Stenbol, Enqere, Isparta û Boluyê li ser navnîşanên kifşkirî di heman demê da operasyon hat kirin û 14 bersûc hatin binçavkirin.

Li gor tesbîtê ji gumanabaran 5 kes li derveyî welêt in, ji bo girtina kesên din xebat dewam dikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın